Dema yê lêdanê dike polîs be…

Dema yê lêdanê dike polîs be…

Mufettişên Muduriyeta Giştî ya Emniyetê yên li Antalyayê bûyera lêdana komeke ciwan lêpirsîn dikin tevî ku di dîmenên kamerayan hene jî nasnameya polîsên li ciwanan dane tespît nekirin.  

Der barê 17 polîsên ku di 3’ê Hezîranê de li semta Çalli bi şîşan, dar û keviran mudaxeleyî xwepêşandaran kirin û di Otoparka Sergirtî ya Şaredariya Mezin a Stenbolê mudaxeleyî 3 ciwanên ku piştgirî didan berxwedana Parka Gezî kirin lêpirsîn temam bû. Mufettişên ku ji aliyê Muduriyetê ve hatin wezîfedarkirin têkildarî her du bûyeran raporeke berfireh amade kirin. Mufettiş ku vegeriyan Enqereyê, hat diyarkirin ku nasnameya polîsên ku bi cop, pehîn û hwd. mudaxeleyî xwendekarên zanîngehê  B.O, E.S.O. û Î.A  kirine, nehatiye tespîtkirin.

Di rapora têkildarî dimenên lêdanê de tê destnîşankirin ku cihê bûyerê tarî ye, kamera sabît e û kalîteya dîmenan kêm e. Her wiha hate gotin ku di dema mezinkirina dîmenan de ji ber belavbûn çêdibe ne mimkun e mirov ji dîmenan wêneyan bigire. Di dawiya raporê de jî “Ji dîmenan tespîtkirina nasnameyan nehatiye kirin.”