Dema roja 27’ê Mijdarê tê

Dema roja 27’ê Mijdarê tê

Demên lahzayên ango bîstikên dîrokî jîn dibin, gelek caran ên ku di nava wê gava dîrokî de derbas dibin, ev kêliyên ku jîn dibin ji bo mirovahî çi ristek ango weyn dileyîze nizanin û gelek caran jî nabînin. Ji bo wê jî hestiyariya pêwîst ji bo tiştên ku tên jiyîn nayên raberkirin. 

Di dîroka Kurdan a modern ango nûjen de, rojek herî girîng û wek dîrok nivîsandî jî teqez roja 27’ê Mijdarê ye. PKK ango Partiya Karkerên Kurdistan di navbera rojên 26 û 27’ê Mijdarê de bi fermî hatiye damezirandin, lê meha Tîirmeha 1979’an dij çeteyên Bucak bi çalakiyekê hatiye îlankirin. Li ser avakirina PKK’ê 36 sal derbas bûn û em dikevin sala 37’an. 

Heqe em lahza dîrokî wek kêliyên ku li ser dîrok bi bandor bûn bigirin dest, wê demê em ê karibin 36 salên ku derbasbûyî bigirin dest û ka çi hatiye afirandin bidin berhev, heta em karibin kurt bi dîroka Kurdan ve jî bînin pêşberî hev  û binirxînin. 

Dema em li dîroka Kurdistanê mêze dikin, em dibînin ku hêna di 1970’an de Kurd ber ve tinebûyînekê ve hatine. Ev rastiyek e. Êdî wiha lê hatibû ku gelê Kurd ji xwe û ji rastiya xwe dûr dikeve. Ev teqez ji bo Bakurê Kurdistan rastiyek pir bi şewat bû. 

Di serî de ji milê çandî ve tasfiyebûyîn ango ji bo ji holê hatiba rakirin kêlî mabûn. 

Ji milê kesayetî ve kesayetek ji xwe bê bawer, ji şikandine re vekirî, li dij civaka xwe jî kesayetek engizandî, bizêv û tizkirî êdî hatibû afirandin. 

Kesek û civakek ku hêviya wî hatiye reşkirin, xeyalên xwe yên pêşerojê tefandî-vemirî, hatina xwe ango pêşeroja xwe jî tenê ketina nav pergala înkar û bişaftine dibîne û ji bo vê jî xwe dike parçeyek pergela dagirkerî û koledarî. 

Coşî û xiroşa xwe vemiriye. Tişta ku ji dest wî tê tenê çîrok û komkujiyên ku di dîroke de jîn bûne bi şêweyek veşartî jiyîn û bîranîna van şînane. 

Kesên ku bê bawer bûne, ji xwe bê bawer in, ên ku heviyên xwe winda kirine, yên ku coşî û xiroşiya nemane dikarin çi bikin? Kesên wiha ancax dikarin ji bo xwe qadek jiyana sexte ava bikin. Ev jî wek em ji gelek cihên din ên cîhane dizanin, kesên wiha ancax dikarin di nav malbata xwe de yên ew tê de jîn dikin, qadekê ji xwe re biafirînin. Ev jî tê wateya ku ev zilamê hatiye perçiqandin, xelasbûyî, bi ruhî jî hatiye xistin ancax li dijî malbata xwe, zarokên xwe pir bi rêbazekî agrîsîf tevbigere. Em ji bîr nekin ku cinayet ango kujerên wiha wek tore û namûs di tevahî encamên jiyanek wiha sexte de derdikevin û jîn bûne û dibin. Dîsa di derdorê xwe de jî kesek wiha qaşo pir bi wêrekî derdikeve holê. Lê em ji bîr nekin ku ev wêrekî tenê dij jinan e, dij zarokan e û yek jî li dij gelê xwe ye. Şerên xwîndarî, hemû bingeha xwe ji vir digire. Em pir bi matmayî dibînin ku di kesên wiha de dij dagirkerî yek wêrekiya van nîne. Heta wek pisîkan in. 

Ji milekî ve li hember xwe ango li hember Kurdan di pevçûn û şeran de pir bê hesap tevgerandinek, ji milekî ve jî li hember derve ango dewletên dagirker wek peyikek, stûxwariyek, bê çare, destbeste sekinandinek. 

Serokê Gelê Kurd vê rewşe wiha tîne ser ziman: 

“Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke. Jixwe çareyeke wî ya din jî tine ye. Ji bo karibe bijî divê nasnameya xwe ya civakî ya berê tavilê biterikîne û bi awayekî herî baş adepteyî çanda efendiyên xwe bibe û ev yek weke alternatîfa bi tenê jêre hatiye pêşkêşkirin. Civaka hatiye asîmîlekirin, ji formên wisa yên mirovan pêk tê ku herî sernerm in, herî zêde baz didin suxreyan û bêwijdan, bêexlaq û bêzîhniyet in, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Ti biryar û çalakiya wî ya bi awayekî azad bike, tine ye. Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bike.”

Belê, ev e rastiya ku beriya 27’ê Mijdara 1978’an hebû û dihate jiyîn. Û tiştên ku piştî 27’ê Mijdara 1978’an rû dan tam jî  tersî vê, berevajî vê ye. Û berevajîkirina wan e. 

Di serî de kesayetek ji xwe bawer, ji xwe bawerkirinek bilind, li dewsa ku bibe peyik û zilamê hinekan bi baweriyek pir bilind û kesayetek bi serbixwe gihiştina zanista ser lingên xwe sekinandin e. Ev jî tê wateya ku êdî bûye xwedan kesayetiyek azad û xweçêkirî. 

Dîsa li dewsa ku kesayetek li dijî gelê xwe mirovek xwe tehrikkirî, kişkirî û fîtkirî; kesayetek eqsê wê ji gelê xwe re yekbûyî, hevdeng û hevsazî de. Lê li dij dagirkeran, xwînmêjan, ên ku gelê me diperçiqînin jî hundirî têkoşînek bêhempa de bûyîneke. 

Li dewsa kesayetek bi ruhek mirî, salên xwe sed jî bibin bi coşek û kelecanek pir bilind jiyan pêşwazîkirin û jiyîne. Wek Apê Mûsa, wek Mele Abdurahramanê Timokî û wek bi sedan dayikên aştiyê yên ku wek ciwanan hêna îro jî tevdigerin. 

Di kesatiyek bê hevî de, wek îro bûyîna kesên heviyê li ser giştî cîhanê belav dikin. Wek îro dibin sembol ji bo giştî cîhanê. Yên ku ji bo mirovahî heviye diafirînin. 

Û dibe ku li hemûyan jî girîngtir bibe, ku ev jî îro hem zarok hem jî jin in li Kurdistan di tevahiya kolanan de wek ferîştehan li ser piyan e. Û wek motora şoreşa Kurdistan îro pêşengtî dikin. Ev rewşek pir zêde nû ye. 
Dîsa wek mijara jin girîng, rewşa teşhîrbûyîna ferasat û kesayetên feodal komprador in. Kesên ku li Kurdistan wek destên dagirkerî karkirine êdî li tevayî Kurdistan teşhîr û tecrît bûne. Ev jî pêşveçûyînek pir dîrokî ye. 

Û dîsa wek mijarek dîrokî ev dîroka sexte ya ku gelên herême kirin dijminên hev, êdî derbas dibe. Êdî carek din vegerîna dîroka destpêka mirovahî jîn dibe. Ev jî jiyîna hemû gelên herême bi şêweyekî biratî bi hev re ye. Ne ku wek desthilatdaran gel hemû kirine dijminên hev û bi vî şêweyî qirêj gel birevêbirin e. Êdî ev jî derbas dibe. Li Kantonên Rojava ev rewşa bi vekirî û xurtirîn jîn dibe. 

Dema me got 27’ê Mijdarê dîrokek e, mebesta me ev bû. Di tevahî dîroka Kurdistan de nirxên ku hundirê van di 36 salan de jîn bûne û hatine afirandin, ti caran, nehatine jiyîn û nehatine afirandin. 

Sedemên ku em 27’ê Mijdarê wek lahzayek û zivrînek dîrokî digirin dest ev rastî ye. 

Ji bo wê em dibejin ên ku di dema xwe de lahzayên dîroke ferq nekirine, fêm nekirine, dikarin nirxên ku hatina afirandin lê bimeyzînin û mafe vê lahza dîrokî dereng jî bibe bidin. 

Carek din roja 27’ê Mijdarê ji bo hemû mirovahî pîroz be.