‘Dema rakirina qedexeyê hatiye’

‘Dema rakirina qedexeyê hatiye’

Têkoşîna gerîlayan a li dijî DAIŞ’ê, destê hikûmeta Elman a ev 21 sal e di qedexekirina PKK’ê de israr dike lewaz dike. Li her derê cîhanê berxwedana Kurdan li aliyekî, êdî her kes dixwaze ku qedexeya PKK’ê bê rakirin. Parlamenter û zanyar ji ANF’ê re axivîn û gotin dema rakirina qedexeya PKK’ê hatiye.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengalê gerîlayên YPG-YPJ û HPG û YJA-STAR’ê çûn herêmê û  ewlehiya canê deh hezaran Êzîdî girt. Vê yekê di raya giştî de cihekî girîng girt û çapemenî û siyasetmedarên Ewropî li ser vê yekê banga ‘PKK'ê ji lîsteya terorê derxin’ kirin û her wiha ji Elmanyayê re jî gotin ku qedexeya 21 salan rakin.

Bi berxwedana Kobanê ya di 15’ê Îlonê de despê kir, bangên ji bo YE û Elmanyayê zêde bûn. Di serî de jî endamên Partiya Çep  çalakiyên bêîteatiya sivîl a ku nêzîkatiya li dijî PKK’ê dikin zorê pêk anîn.

Di 18’ê Cotmehê de li Munîhê bi armanca piştevaniya Kobanê re çalakiyek pêk hat û endamê Meclîsa Federal Nîcole Gohlke ala PKK’ê vekir û xwest qedexeya PKK’ê ya di 1993’an de ket meriyetê bê rakirin.

Piştî vê bûyerê Meclîsa Federal biryar da ku destnedana parlamenter Gohlke bê rakirin. 10 parlamenterên partiya Çep bi armanca şermezarkirina biryarê di 13’ê Mijdarê de li Meclîsa Federal ala PKK’ê vekirin.

ÇALAKIYÊN ME YÊN SIVÎL WÊ ZÊDE BIBIN

Parlamenter Ulla Jelpke ku li meclîsê al vekir û bi salan e li dijî qedexeyê têdikoşe diyar kir ku ew li dijî van pêkanîn wê çalakiyên xwe yên sivîl bidomînin û got: “Em ê di rojên pêş de der barê ku hikûmet çima di  qedexeyê de israr dike, pênûmeyekê bidin meclîsê. Elmanya êdî ji bo qedexeyê hincetan nabîne. Ji bo berdewamkirina qedexeyê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve zextên cidî mijara gotinê ne.

Li dijî qedexeyê ji gelê Elman piştgiriyek mezin tê. Her kes êdî pirs dike. Dibêjin çima li dijî tevgereke ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, qedexekirin heye. Ji bo Elmanya biçe guherîna siyasetê şans heye. Divê êdî ev qedexekirin bê rakirin.

DI NAVENDA TÊKILIYÊN TIRKIYEYÊ DE QEDEXEYA PKK HEYE

Parlamenterekî din ê partiya Çep Andrej Hunko jî bi salan ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê têdikoşe. Hunko ku bi armanca piştgiriyê bide Gohlke li meclîsê al vekir wiha got: “Piştî qedexekirinê di navbera Elmanya û Dewleta Tirk de têkilî pêş ketin. Di çarçoveya van têkiliyan de polîs û rêxistinên îstîxbaratê jî hene. Li aliyê din jî têkiliyên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, li pişt deriyan tên meşandin. Mînak di pêvajoya Geziyê de weke ku krîzeke li Tirkiyeyê heye hat nîşandan, lê wê demê piştgiriya ji bo hêzên ewlehiya Tirk hebûn. Di navenda têkiliyê bi Tirkiyeyê re qedexeya PKK’ê heye.

WÊ PIŞTIGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ

Akademîsyen Prof.Dr Mohssen Massarrata jî got ku sedema israra di qedexeya PKK’ê de têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne û got: “Li Elmanyayê rakirina qedexeya PKK’ê wê piştgiriyek mezin û girîng bide pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd. Yek ji handîkapên herî girîng ên pêvajoya çareserî û berxwedana Kobanê qedexeya PKK’ê ye. Divê êdî qedexe bê rakirin.”

SIYASETEK NEHATIYE DÎTIN HAT PÊKANÎN

Nivîskar û parêzer Dr. Heinz-Jurgen Schneider got ku Elmanya bi vê qedexekirinê nirxên Rojava dipelçiqîne û got ku Elmanya qedeya li ser Rusya, Çîn, Îranê pêk aniye, dixwaze li ser PKK’ê jî ferz dike.

Scheînder got ku ji roja ku qedexe pêk hatiye heta niha daxwaza bila ‘qedexe rabe’ anîne ziman û hejmara kesên ku vê dixwazin zêde bûye.

TÊKOŞÎNA KU EV DU SAL E LI DIJÎ QEDEXEYÊ TÊ DAYÎN

Komîsyona daxwaznameya meclîsa Federal a Elman di 15’ê Cotmeha 2012’an de daxwazên kampanyaya ‘bila nasnameya Kurd’ bê nasîn guhdar kir. YEK-KOM ya ku kampanya organîze kiriye, di 2011’an de bi 60 hezar îmzeyî re serî li meclîsê da û  daxwazên Kurdan ên ji 12 xalan pêk tên bir rojeva meclîsê. Yek ji van daxwazan rakirina qedexeya PKK’ê bû. Lê li gel di ser de salek jî derbas bûye hê bersivek nehatiye dayîn.”

JI HIKÛMETÊ NÊZÎKATIYA ‘JI BO PÊVAJOYÊ PIŞTGIRÎ, QEDEXE JÎ BERDEWAME’

Di gulana 2013’an de Partiya Çep qedexeya PKK’ê ji hikûmeta Federal pirsî û ev bersiv girt: “Hikûmeta Federal hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û rayedarên PKK’ê de bi eleqek mezin dişopîne. Hevdîtinên niha li gorî hikûmeta me di asta ku bandorê li ser xebatên organîzasyona qedexeyê bikin nîne. Ji ber vê yekê jî em PKK’ê wek berê digirin dest.

PKK TIŞTÊN BAŞ KIR LÊ QEDEXE WÊ BIDOME

Piştî êrîşên DAIŞ’ê ya li Şengalê di 1’ê Îlonê de der barê alîkairyên ku Elmanya bişîne Başûrê Kurdistanê de civînek taybet hat kirin. Di civînê de li ser qedexeya PKK’ê hat sekinin. Serokê Koma partiya Çep Gregor Gysî got: “Tenê PKK’ê Êzîdî rizgar kir. Lê çek diçin ji pêşmergeryan re.” Ji partiya hikûmetê CDU Phîlîpp Mîssfelder jî got ku PKK’êdi demên dawî de tiştên baş kiriye, lê wê qedexeya li ser bidome.

Di 25’ê Îlonê de jî  der barê drama mirovahiyê ya li sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê de civînek pêk hat. Parlamenterên Partiya Çep banga rakirina qedexeya li ser PKK’Ê kirin û gotin ku divê hikûmeta Federal dest ji pêkanînên Kurdên baş- xerab berde. Andrej Hunko jî got ku PKK li Şengalê serkeftinek mezin bidest xist, lê PKK li Elmanyayê qedexe, DAIŞ serbest bû. Her wiha di civînê de ji Partiya Sosyal Demokratan Nîels Annen jî axivî.

MANŞETÊN TAZ Û DER SPÎEGEL

Rojnameya bi prestîj a Elman Tageszeitung (Taz) di 3’ê Îlonê de bi manşeta ‘PKK parçeyek Elmanyayê ye’ derket.  Rojnameyê di manşeta xwe de bal kişand ser têkoşîna bi bandor a PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê û got ku divê qedexeya PKK’ê bê rakirin.

Her wiha di hefteya dawî ya meha Cotmehê de jî Kovara Der Spîegel jî bi sernavê ‘Li dijî terorê bi tena serê xwe’  têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê bir manşeta xwe. Kovarê di nûçeyê de diyar kir ku gelê Kurd gelekî hatiye terkkirin e.