Dema ku tecrîd kete rojevê heyeta Tirk ji salonê derket!
Di civîna IPU de ya li Qatarê, dema ku tecrîd û zext ketin rojevê, delegasyona Tirk salon terikand.
Di civîna IPU de ya li Qatarê, dema ku tecrîd û zext ketin rojevê, delegasyona Tirk salon terikand.
Li paytexta Qatar Dohayê, di navbera 5-10'ê Nîsanê de civîna Yekîtiya navbera Parlamentan (IPU- Parlamenta Neteweyên Yekbûyî) Hebû. Di civînê de yekemcar zextên li mûxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê kete rojevê. Hem li Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenteran hem jî li civata giştî, zextên li HDP'ê û girtina parlamenterên HDP'î bi berfirehî hatin nirxandin.
Endamê IPU'yê parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy li komîteyê û civata giştî axivî û diyar kir, parlamenterên wan bi rengekî kêfî hatine girtin û ji DMME, Komîsyona Venedîk, MPKE, YE û saziyên din ên navneteweyî mînak da ku xwedî heman nêrînê ne.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ KETE ROJEVÊ
Di dewama nîqaşê de grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin rojevê. Hin wekîlên Ewropî li civînê axivîn û diyar kirin, tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bal kişandin ser biryarên CPT û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ên li ser mijarê. Wekîlan xwestin, tavilê dawî li tecrîdê bê anîn. Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu jî peyamek bi dîmen şand û di dema nîqaşê de peyama wî li civata giştî hate nîşandan.
DELEGASYONA TIRK JI SALONÊ DERKET
Seroka delegasyona Tirk Ravza Kavakçi Ran ku ji AKP'ê ye, li civata giştî axivî û îdîa kir ku li Civata Giştî ya IPU propaganda terorê tê kirin û tevî endamên heyeta xwe ji civata giştî derket.
HEYETA IPU TÊ TIRKIYEYÊ
Serokê IPU piştî ku bi seroka delegasyona Tirk re hevdîtin kir, ragihand ku demeke dirêj e ji wan tê xwestin ku serdana Tirkiyeyê bike û wan jî daxwaza serdana Tirkiyeyê qebûl kirine. Heyeta IPU dixwaze meha Hezîranê serdana Tirkiyeyê bike û li ser rewşa parlamenterên girtî bi rayedarên partiyên siyasî, nûnerên hikumetê û meqamên dadgeriyê re hevdîtinê bike. Nayê zanîn ku destûr ji heyeta IPU re bê dayin ku karibe serdana parlamenterên girtî bike yan na. IPU jî mîna MPKE'yê piştî girtina parlamenterên HDP'yî bi israr xwest serdana girtîgehan bike, lê belê bersiveke erênî wernegirt.
RAPORTOR: SÛCDARÎ SIYASÎ NE
Raportorek ku ji aliyê IPU ve hatiye tayinkirin, bi rêk û pêk rûniştina doza Hevseroka HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag dişopîne. Raportor rûniştineke doza Hevserokê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş şopand û raporek çavdêriyê ya ji 30 rûpelî pêşkêşî civata giştî ya IPU kir. Di raporê de hate ragihandin, dozên li parlamenterên HDP'ê hatine vekirin hiqûqî nînin lê siyasî ne û ji bo darizandin ne adîl e, sûcdarî jî pêwendiya xwe bi terorîzmê re nîne, ji ber ku HDP xwedî bername û ajandayeke cuda ya siyasî ye nabe ku mesele di çarçoveya terorîzmê de bê nirxandin, divê li gorî vegotina nêrînên xwe yên rexneyî yên li polîtîkayên hikumetê werin nirxandin.
Di dawiya nîqaşê de li ser zextên li Tirkiyeyê li parlamenteran pêşnûme biryarek ji aliyê civata giştî ve hate qebûlkirin.