Li Alsancaka Îzmîrê girseya ku xwest binçavkirina parlamenterên HDP'î li Qada Alsancakê şermezar bikin, polîsan êrîş biribûn ser û Nûçegîhana JINHA'yê Ayşe Yilmaz jî di nav de 55 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin pêşî birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê û ji wir jî ji bo venêrîna tenduristiyê birin nexweşxaneyê. Dihat payîn ku 55 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgeha nobedar bihatana kirin. Piştî ku dozgerê nobedar diyar kir ku ew ê îfadeyan wernegire, dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Hat diyarkirin ku roja Duşemê kesên binçavkirî sewqî dadgehê bên kirin.
Hat ragihandin ku Nûçegîhana JINHA'yê Ayşe Yilmaz di dema binçavkirinê de dema diyar kiriye ku ew nûçegîhan e, hatiye derbkirin. Hat diyarkirin ku yên li cem Ayşeyê nehatine derbkirin û her wiha, her çiqas Ayşeyê IFC'a (Qerta Çapemeniyê ya Navnetewî) xwe nîşandaye jî polîsan gotiye "Ev ji me re çi" û Ayşeyê derb kirine.