DEM Partiyê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê pîroz kir

Gîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirsyarê Komîsyona Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku ew Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê weke roja berxwedan û têkoşînê pîroz dikin.

Tayîp Temel daxuyaniyek nivîskî da û got: “24’ê Tîrmeha 1908’an de bi têkoşîn û berxwedanê sansura li ser çapemeniyê hat rakirin û ev roj wek Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê hat qebûlkirin. Em vê rojê îsal jî ne weke cejnê, li dijî zext û êrîşên li ser azadiya fikr û raman û çapemeniyê weke roja berxwedan û têkoşînê pêşwazî dikin.”

Di daxuyaniyê ev tişt hatin diyarkirin: “Têkoşîna rojnamegeran a li dijî zilma serdema Ebdulhemîd û destkeftiyên ku rojnamegeran bi dest xistin bêguman gelekî giring in. Lê belê ji wê demê û vir ve li Tirkiyeyê sansura di çapemeniyê de tu carî bi temamî bi dawî nebûye û zextên li ser çapemeniyê hîna jî didomin. Êrîşên li ser çapemeniyê û li dijî van êrîşan têkoşîna azadiya çapemeniyê her tim hebûne. Tenê 22 salên desthilatdariya AKP’ê êrîşên li ser çapemeniyê û têkoşîna li dijî van êrîşan dipeyitînin.”

Tayîp Temel ev tişt got: “Îro ji 24’ê Tîrmeha 1908’an 116 sal derbas bûn û ne tenê rojnameger, her kesê ku difikire, fikrên xwe îfade dike û li pey heqîqetê ye di bin êrîşên giran de ye. Îro li medyaya Tirkiyeyê tê ferzkirin ku bi yek dengî, li gor daxwazên desthilatê weşanan bike û bibe bultena partiya desthilatê. Lîsteyên rojnamegerên rexnegir ji aliyê desthilat û alîgirên wê ve tên tomarkirin, ew tên binçavkirin û girtin û êrîş li ser wan tê kirin. Çapemeniya muxalîf her roj rastî êrîşan tê. Rojnamegerên medyayê bê ewlekarî, bê sendîka û peymanên kolektîf dixebitin. Bi Rewşa Awarte ya di 20’ê Tîrmehê de hat îlankirin û bi biryarnameyên qanûnî bi dehan saziyên çapemeniyê hatin desteserkirin û girtin, zêdeyî 10 hezar rojnameger bêkar man. Îro ji sedî 95’ê medyayê di bin kontrola desthilatê de ye. Çapemeniya Kurd û sosyalîst weke her serdemê vê serdemê jî bûye hedefa êrîşan. Zagona dezenformasyonê ya hatî derxistin veguherî zagona hilberîna dezenformasyonê û sansurê, ev zagon ji bo desthilatê li dar e û dixebite. Midûriyeta Ragihandinê ya Serokkomariyê rola Goebbels girtiye ser xwe û tehemûlî dengekî biçûk jî nake ku berevajî wê derdikeve.

Tevî van êrîş û zext û zordariyan jî hebûna rojnamegerên ku azadiya çapemeniyê diparêzin, ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşin û rastiyan dinivîsînin hêviyê didomînin. Em di wê hişmendiyê de ne ku azadiya çapemeniyê û azadiya gotinê qada herî bingehîn a azadiyê ye. Em saziyên çapemeniyê û kedkarên ku 24’ê Tîrmehê weke roja têkoşînê pênase dikin, silav dikin. Em ê ligel rojnamegerên ku ked didin, berdêlan didin û heqîqetê diparêzin têkoşîna azadiya çapemeniyê bidomînin.”