DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da: Demildest berdin!
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got, “Sevtap Akdag Karahali û hemû girtî divê demildest bên berdan. Zilma we, dê nekare têkoşîna azadî û wekheviyê ya gel rawestîne.”
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got, “Sevtap Akdag Karahali û hemû girtî divê demildest bên berdan. Zilma we, dê nekare têkoşîna azadî û wekheviyê ya gel rawestîne.”
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê, têkildarî pêkanînên qirkirina siyasî, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Desthilatdariya AKP’ê, hingî ku rewatiya xwe ya siyasî winda dike, êrîşî hêzên rêxistinkirî dike. Bi hinceta lêpirsîneke ku navenda wê Enqere ye, Alîkara me ya Hevserokatiya Giştî Sevtap Akdag Karahali û Heşaredarê me yê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de siyasetmedar, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevan hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Heman rojê qeyûm li Şaredariya me ya Bahçesarayê hate tayînkirin û derbarê lîderê muxalefeta sereke de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Hevşaredara me ya Dersimê Bîrsen Orhan jî vê siharê hate binçavkirin.”
‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ CIVAKÊ DARBE NE’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Ev êrîş li dijî îradeya civakê û daxwazên azadiyê, darbe ne. Civak daxwaza kar, ked û edaletê dike, lê desthilatdarî van daxwazên rewa bi zext, binçavkirin û girtinan pêşwazî dike. Ev rejîm mafên gel xesp dike û ji dervey çêkirina krîz û kaosê tiştekî din nake. Ev sîstema ku rêbazên rêveberên despot pêk tîne, Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve dibe.
Eger armanca wan çewisandina daxwazên gel be, ew xwe dixapînin. Xwediyên desthilatdariyê wê hesabê van sûcên ku li dijî gel pêk tînin, bidin.
Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin! Zilma we dê nekare têkoşîna azadî û wekheviyê ya gel rawestîne. Em ê hîn xurttir têbikoşin.”