DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî girtina Ozperçîn da

DEM Partiyê li hemberî girtina Hevserokê Komîsyona Hiqûq û Mafên Morovan a Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Polîtîkayên desthilatdariyê yên pevçûn û şer berdewam dikin.’’

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ GIRTINÊ

Ji aliyê Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ve daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Daxuyaniya ku polîtîkayên dewletê yên şerî rexne dike ya Hevserokê me yê Navçeya Navendî yê Semsûrê Parêzer Yûsûf Ozperçîn weke hincet hatiye dîtin  û hevalê me Yûsûf Ozperçîn hatiye binçavkirin û piştre jî bi hincetên weke; ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘daxuyanîdayîna li dijî dewletê’ hatiye girtin.

Komîsyona me li Girtîgeha Ceza û Înfazê ya Tîpa T a Hejmara 2 a Hîlwanê, serdana Hevserokê me yê navçeyê kiriye. Hevalê me Yûsûf Ozperçîn silav û hezkirinên xwe ji her kesê ku piştgiriyê dike re, şandiye. Divê Ozperçîn ê bi neheqî hatî girtin, demildest were berdan. Em vê bêhiqûqiya li hemberî hevalê xwe şermezar dikin û em bi raya giştî re parve dikin ku em pêvajoyê dişopînin.”