DEM Partî nerazîbûn nîşanî êşkenceya li dijî ciwanên ku govend gerandine da

DEM Partiyê, nerazîbûn nîşanî êşkencekirina ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin da û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir xwedî li êşkenceyê derketiye.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê têkildarî binçavkirina ciwanên Kurd ku li ber muzîka Kurdî govend gerandine û hatine êşkencekirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev tişt hatin gotin:

“Di 21’ê Tîrmehê de komeke ciwan ligel stranên Kurdî govend gerandin û vîdeoya kişandin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Ev parvekirina wan hedef hate nîşandan û di 22’ê Tîrmehê de di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ciwan bi awayekî paşve kelepçekirî û bi zora tewandina serî li wesayîta polîsan hatin siwarkirin. Ciwanên ku hedef hatin nîşandan, di wesayîta polîsan ku ew pê anîn de strana “Olurum Turkiyem” hate lêxistin û dîmenên têkildarî vê rewşê li ser hesabên medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Ciwanên ku hêj îfadeya wan nehatiye girtin, bi vî awayî hatin teşhîrkirin û hedef girtin.

Gelek rastiya vê bûyerê nîşan didin ku operasyoneke têgihînê ya provokatîf a bi armanca manîpulekirina raya giştî ye. Vîdeoya ciwanan di 21/22 'ê Tîrmehê de nehatiye kişandin, di sala 2024'an de di Cejna Qurbanê de hatiye kişandin. Ciwanên ku di vîdeoyê de cih digirin, kesên ku bi armanca cejnê ji Dîlokê hatine Mersînê ne. Sedema binçavkirina hin ciwanan, tevî ku ne li wir bûn jî tenê ji bo temamkirina hejmara ku ji 11 kesan pêk dihat, hatiye kirin.”

DEM Partî, destnîşan kir ku piştî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dîmenên têkildarî binçavkirina ciwanan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtalê parve kir, parvekirinên nijadperest jî zêde bûne û ev bang li aliyên demokratîk kir, “Desthilatdariya siyasî bi gotinên nefretê, çanda lînçê xwedî dike. Em nebin amûra vê yekê û li dijî gotinên nefretê bi hev re têbikoşin. Em her tim bi hev re xwedî li mafên mirovî derkevin.”