DEM Partî îtîraza girtina Ozperçîn kir
DEM Partiyê li dijî girtina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir.
DEM Partiyê li dijî girtina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî girtina Hevserokê Navçeya Navendî ya Semsûrê parêzer Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir. Ozperçîn, di 20’ê tîrmehê de hate girtin û bi îdiayên “Daxuyaniyên li dijî dewletê” û “Propagandaya rêxistinê” hat sûcdarkirin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, şaxên OHD’ê yên Amed û Rihayê û Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol daxwaznameya îtîrazê radest kirin û piştre jî li pêşiya Edliyeya Semsûrê daxuyanî dan. Rêveberên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek parêzerên Baroya Semsûrê û welatî tev li bûn.
BILA WERE BERDAN
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun got ku Ozperçîn di serê sibehê de hatiye binçavkirin û di heman rojê de biryara girtinê hatiye dayîn. Coşkun, diyar kir ku biryara girtinê biryareke siyasî ye û wiha pê de çû: “Kesekê her roj diçe edliyeyê û tev li danişînan dibe bi hinceta ‘gumana revê’ girtin. Ev ne biryareke hiqûqî ye. Bila hempîşeyê me tavilê were berdan. Hewl didin xebatên partiyê terorîze bikin lê em ê destûrê nedin. Ji ber çendek gotinên di metna daxuyaniyê de hevalê me hatiye darizandin. Biryareke siyasî ye. Divê tavilê ev derhiqûqtiye were bidawîkirin û hevalê me were berdan.”
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. Şandeya daxwaznameya îtîrazê radest kirî, ji bo hevdîtina bi cîgirê serok re derbasî Baroya Semsûrê bû.