DEM-KURD'ê ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir
DEM-KURD'ê ji bo şermezarkirina Tayyîp Erdogan ku wê bê Cenevreyê, bang kir.
DEM-KURD'ê ji bo şermezarkirina Tayyîp Erdogan ku wê bê Cenevreyê, bang kir.
Meclîsên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), ji bo şermezarkirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê di 12'ê Çileyê de bê Cenevreyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew ê di 12'ê Çileyê de weke saziyên Kurd, Tirk, Asûrî, Suryanî, Elewî û Misilman, dîktator Tayyîp Erdogan ê ku destekê dide DAIŞ'ê û dijminê demokrasî û gelan e, protesto bikin.
Di daxuyaniyê de bang li parêzvanên demokrasî, azadî û wekheviyê hat kirin, ku tevlî çalakiya şermezarkirina Erdogan bibin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şer, komkujî, qedexe, zext û zordariya ji aliyê rejîma Erdogan ve li Tirkiyeyê tê kirin û hat gotin, eger pêşî li Erdogan neyê girtin û berxwedaneke civakî neyê nîşandan, dibe ku di rojen pêş de komkujî û qirkirineke mezintir rû bide.
DI 12'Ê ÇILEYÊ DE LI PÊŞ AVAHIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA LI CENEVREYÊ...
DEM-KURD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li her kesên ji hemû reng, ziman û gelan, bang li alîgriên azadî û demokrasiyê kir, ku roja 12'ê Çileyê beşdarî xwepêşandana şermezarkirinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (Place des Nation Genevre) bibin ku wê saet di 12:00 de pêk were.