DEM-KURD'ê ji bo dengê 'NA' bang kir
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdana li Ewropayê dewam dike.
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdana li Ewropayê dewam dike.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) Fatma Matûr, li dijî "dîktatoriya şexsekî" banga dayina dengê 'NA' kir.
Matûr got, "Di vê referandûmê de dîktatorî û serdestiya şexsekî ku wê siberoja gelanên Kurdistan û Tirkiyeyê bixe nava lepên xwe, pêşkêşî dengdanê tê kirin. Jİ ber vê yekê, em bang li gelên xwe yên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn dikin, ku bi cidî, zanebûn û seferberiyê nêzî vê pêvajoyê bibin."