Delegasyona Navneteweyî ji bo Ocalan serlêdan kir
Delegasyona ji Parlamenterên Ewropa, nûçegihan û akademîsyenan pêk tê, ji bo Ocalan û Hevserokên Giştî yên HDP'ê bibîne, serî li Wezareta Dadmendiyê da.
Delegasyona ji Parlamenterên Ewropa, nûçegihan û akademîsyenan pêk tê, ji bo Ocalan û Hevserokên Giştî yên HDP'ê bibîne, serî li Wezareta Dadmendiyê da.
Delegasyona ku ji hêla Komîsyona Welatiyan a Tirkiye a Yekîtiya Tirkiyê (EUTCC) ve tê organîzekirin û ji endamên Parlamenta Ewropa (PE) û Konseya Ewropa, akademîsyen û nûçegihanan pêk tê, di nav çarçoweya ziyareta Tirkiyê de, wê bi nûnerên Tevgera Siyasî ya Kurd, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re werin cem hev.
Di delegasyonê de ev nav hene: "Wekîlên PE’yê Costas Mavrîdest û Julie Ward, wekîlê berê yê PE’yê Francîs Wurtz; ji Meclîsa Parlemanter a Konseya Ewropa Mîren Edûme, Gorroxategî û Ulla Sandbaek; Wekîlê Berê yê Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonasson; nûçegihanê giregir ê derve yê The Guardîan, Jonathan Steel; Serokê Komîsyona Dadmendî û Aştiyê Peter Joe Ryan; Endamên Desteya Şêwirmend a Enstîtûya Ekolojiya Civakî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roussopoulos û Federîco Venturînî û Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Cambrîdge Thomas Jeffrey Mîley."
‘OCALAN WÊ BANDOREKE ERÊNÎ BIKE’
Delegasyona bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadmendiyê da. Wekîla PE’yê Julîe Ward li ser navê şandeyê, 30’ê Çile nameyeke ji Wezareta Dadmendiyê re şand û diyar kir ku ew bawer dikin Ocalan wê beşdariyeke baş e li pêvajoya demokrasiyê bike di meseleya Kurd de, li Tirkiyê. Ji bo vê jî, bi mebesta ku pêvajoya çareseriyê dest pê bike xwest ku destûr were dayin da ku ew bi Ocalan re rûnin. Ward di nameyê de bal kişande ser giranbûna rewşê û diyar kir ku bersiveke erênî û bilez ji bo daxwaza wan were dayin ew ê pir kêfxweş bibin.
JI BO DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG JÎ SERLÊDAN
Delegasyonê ji bo bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re jî hev bibînin serî li Wezareta Dadmendiyê dan. Di nameyê de hate gotin lîderên HDP’ê li Tirkiyê ji bo pêvajoya aştiyê roleke girîng pêk anîne û daxwaz hate kirin ku destûr were dayin da ku bi wan re hevdîtinê bikin.
WÊ RAPOR WERE AMADEKIRIN
Delegasyon her wiha ji bo têkildarî rewşa heyî agahiyan kom bikin, têkildarî ‘qedexeyên derketina derve’, dorpêç, wê Amedê û deverên din ziyaret bikin û raporekê girêbidin. Wê rapor radestî Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî were kirin.