Delal Amed û şehîdên meha Mijdarê li Parîse hatin bîranîn
Di şexsê fermandarên HPG Û YJA Starê Delal Amed û Azê Malazgîrt de şehîdên meha Mijdarê li Parîsê hatin bîranîn.
Di şexsê fermandarên HPG Û YJA Starê Delal Amed û Azê Malazgîrt de şehîdên meha Mijdarê li Parîsê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê pêk hat û xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Bîranîna ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hate organîzkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
Piştre ji Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan axivî û gt, "Têkoşîna azadiyê ya KUrd îro weke têkoşîna mirovahiyê ya li gelemperiya cîhanê mînak tê nîşandan. Ev yek jî bi berxwedan û berdêla şehîdên me yên leheng bûye."
Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê jî Jiyan Ege axivî û got, "Di anva 40 salên PKK'ê de êşên gelekî giran hatin kişandin, berdêlên mezin hatin dayin. Lê rastiyeke PKK'ê ya ku mezin bûye û bi pêş ketiye derketiye holê. Rêber Apo nîşan da ku artêş tenê ji mêran pêk nayê. Delal Amed jî pratîka vê rastiyê bû, yek ji fermandarên destpêkê yên xeta azadiya jinê bû."
Di merasîma bîranînê de nameya Şehîd Armanc Kerboran hate xwendin û piştre sînevîyonek li ser şehîdan hate nîşandan.