Dek û dolabên AKP/MHP'ê hatin şermezarkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, encamên referandûmê hatin şermezarkirin.

KOLN
Yek ji çalakiyên 'Em xwedî li dengê xwe yê NA derdikevin', ku li dijî dek û dolabên AKP/Qesra Erdogan ên di referandûmê de tên lidarxistin, li Kolnê pêk hat.
Çalakgerên li vê derê axivîn gotin, ew ê encamên referandûmê yên bi hîleyan, ku bi darbeya YSK hate diyarkirin, nas nekin.
Çalakgeran dirûşma "Ev hê destpêk e" qîriyan û destnîşan kirin, ku ew ê şopdarên daxwaza betalkirina referandûmê bin.
AMSTERDAM
Çalakiyeke din a bi heman armancê li paytexta Hollanda Amsterdamê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de hate ragihandin, tevî ku dengê 'NA' zêde jî bû, desthilatdariya AKP'ê bi dek û dolaban, bi fen û fûtan dengê 'Erê' zêde nîşan daye.
Beşdaran bal kişandin ser çalakiyên li dijî encamên referandûmê û xwepêşandanên protestoyî hatin silavkirin.