Bi deh hezaran kes tevlî mîtînag HDP’ê ya Colemêrgê bûn

Taşdemîr a di mîtînga deh hezar kes a li Wanê hate lidarxistin de axivî, got: “Xeyalên AKP’ê yên ku digotin, em ê HDP’ê li bin bendê bihêlin, îro li vir têk çûn.”

Bi deh hezaran kes tevlî mîtnga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku li ser Rêya Cûmhûryetê hate kirin bûn. Bi hezaran kes ji saetên sibê ve li benda pêşwazîkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku wê li Balafirgeha Selahattîn Eyûbî ya li Geverê ye hatin ba hev. Li ser nehatina Bûldan welatî bi konvoyeke wesayîtan ber bi navenda bajar ve ketin rê. Di tevahiya rê de konvoya bi awayekî germ û coş hate pêşwazîkirin. Ji ber kontrolkirina nasnameyan a ji aliyê nûqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê bi saetan welatî hatin rawestandin.

Coşa bi deh hezaran welatiyên ku qad tije kirî, bi hatina konvoyê re zêde bû. Siyasetmedar Hamît Geylanî, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlemeterê Colemêrgê Nîhat Akdogan, nazmetên bajar Ozgur Zeydanoglû, Saît Dede jî di nav de gelek rêveber tevlî mîtîngê bûn.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, bi yek dengî ‘Çerxa Şoreşê’ qîr kirin.

ZEYDANOGLÛ: EV COŞ JI HEYBETA ÇIYAN TÊ

Di mîtîngê de destpêkê namzetê parlemeteriyê yê HDP’ê yê Colemêrgê Ozgur Zeydanoglû axivî û got: “Ev coş ji heybeta çiyan tê. Ev sekin 24’ê Hezîran dide nîşandan. Ji niha ve serketin pîroz be. Ev qad dide nîşandan ku wê biçin.”

DEDE: EM TÊN

Namzetê parlemeteriyê Seîd Dede jî axivî û got: “Li vê qadê coşa 7’ê Hezîranê heye, em tên. Em ê hesabê cenazeyên li Pirsûs, Colemêrg û bajarên hilweşandin bixwazin.”

Ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan jî silavên namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî ji bo gel ragihand. Adsan got: “Êdî bese demê çûna van hatiye.”

AKDOGAN: 24’Ê HEZÎRANÊ ROJA HESAB PIRSÎNÊ YE

Nîhat Akdogan jî desthilata AKP’ê ya 16 salan ji derveyî girtin, destgîrkirin, kuştin û qirkirinê tiştekî din neaniye û wiha pêde çû: “ Roja 24’ê Hezîranê roja hesab pirsînê ye.”

TAŞDEMÎR: DI NAVA TIRSEKÎ MEZIN DE NE

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemî jî bal kişand ku armanca desthilatê ew e ku êdî kes navê HDP’ê jî neîne ziman û got: “Em niha dibînin hedef û ramancên wan li vê qadê yek bi yek têk diçin. Di nava tirsekî mezin de ne. Qetlîama li Pirsûsê rû dayî provakasyona AKP’ê ye.”

Herî dawî jî Hamît Geylanî jî axivî û ev tişt got: “Êdî divê Kurd yekîtiya xwe çêbike. Divê her kes tişta bikeve ser milan bike. Ji ber ku li kû destkeftiyeke Kurdan hebe hikûmet li wir êrîş dike. Divê ev hilbijartin bibe gaveke yekem a ji bo yekîtiyê. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi deh hezaran welatiyên ku alên HDP’ê li destê wan bi qîrkirin dirûşman ve belav bûn.