Dede: Di şexsê Mizrakli de hiqûqa dijminatiyê bi cih tînin

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Umît Dede, got, ''Daxwaza pejirandina biryara Selçûk Mizrakli ya ji hêla Serdozgerê Daraza Bilind, komkujiya hiqûqê ye'' û diyar kir hiqûqa dijminatiyê tê bicihanîn.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê, yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umît Dede li ser daxwaza qebûlkirina cezayê li ser Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind a Tirk helwest nîşan da.

Dede diyar kir Serdozgerê Daraz Bilind a Tirk xwestiye ku cezayê ku 10'ê Îlona 2020'an li li Mizraklî hatibû birîn were qebûlkirin û biryar 18'ê Îlonê gihaştiye ber destê parêzerên Mizrakli.

Dede got cezayê li Mizraklî, ''komkujiya hiqûqê ye'' û diyar  kir, ''Daraz li ser Kurdan, muxalîfan hiqûqa bi dijminatiyê bi rengekî sîstematîk bi cih tîne.''

Dede got ev biryareke siyasî ye, di wijdanê gel de ev biryar hatiye mehkûmkirin û diyar kir HDP li dijî zilm û zextê wê dev ji geşkirina têkoşîna demokrasiyê neqere.