Dê û bavê Zelalê hatin tahliyekirin
Dê û bavê Zelalê hatin tahliyekirin
Dê û bavê Zelalê hatin tahliyekirin
Li Wanê di 17’ê mijdara 2007’an de piştî mîtînga pêk hat polîsan êrîşê girseyê kiribû û di êrîşan de 5 kes hatibûn girtin. Heyeta dadgehê Bedîa û Îskender Kuran yên zewicandî 3 sal û 9 ceza lê birî û tahliye kirin. 3 kesên din jî dema wan ya girtîbûnê li ser çavan hat girtin û biryara wan ya tahliyê hat dayîn.
Di 17’ê mijdara 2007’an de li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca balê bikişînin ser girevên birçûnê yên girtîgehan çalakî pêk anîn. Li Wanê jî mîtîngek bit evli hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk hat. Di dema belavbûna mîtîngê de gelek kes hatin binçavkirin. Bedîa û Îskender Kuran, Faysal Yalçin, Murat Çelîk û Yusuf Bor doz lê hatin vekirin û danişîna doz êli 5’emîn dadgeha Cezaya giran a Wanê hat dîtin. Parêzer, dozger û kesên lê doz hatibûn vekirin amade bûn. Bi hevkariya wergeranên kurdî parastin hat kirin. Parêzeran parastina muvekîlên xwe kirin û daxwaza tahliyeya wan kir.
Piştî navbera hat dayîn li Îskender û Bedîa Kuran bi sûcdariya ‘ endamê rêxistinê ne’ 3 sal 9 meh ceza hat birîn û der yê din de biryara tahliyekirinê hat dayîn.
Parêzerê Bedîa û Îskender, Halîl Kartal diyar kir ku dê îtîrazê cezayê bikin.