Dê Samî Ozbîl bixin hucreya yekkesî

Dê Samî Ozbîl bixin hucreya yekkesî

Samî Ozbilê ku du caran cezayê muebetê lê hatî birin dê îdareya girtîgehê ji ber nêzîkbûnên keyfî bigirin hucreya yekkesî. Ozbilê ku dê pêkanînên muebeta giran li ser pêkbînin, wê ji derveyî rewşa waris di nava sal û nîvekê de peywendiyê çêneke.

Samî Ozbilê ku li Girtîgeha Kandira a Tîpa F tê girtin, cara duwem cezayê muebetê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat  pejirandin.

Ji berî niha ji doza “MLKP” hatibû ceza kirin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Li rexmê ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hebû ku ji nû de bê dadgehkirin jî lê dîsa cezayê muebetê lê birîn. Biryar ji aliyê dozger ve hat pejirandin.

Piştî ku biryar hat pejirandin Dozgerê Înfazê yê Kandirayê biryar da ku sal û nîvê Ozbîl di hucreya yekkesî de bimîne.

DI ROJÊ DE 1 DEMJIMÊR HEWA

Li rexmê ku biryara cezayê giran ê muebetê li ser nîne jî lê Ozbîl rastî pêkanîna cezayê giran yê muebetê tê, Ozbîl ji derveyî rewşa warisê wê di nava sal û nîvê de nekare bi tu kesê re peywendiyê çêbike. Wê bi tenê rojê 1 demjimêrê derbikeve ji derve hewayê bistîne.

NEXWEŞIYA KRON

Ozbîl ji ber greva birçîbûnê ku nexweşê wernicke-korsakoffe di lîsteya rapora nexweşan ya İHD'ê hatibû bicihkirin. Risk heye ku nexweşiya Kronê vegere penceşêrê û Samî car caran ji li ber li ser hişê xwe diçe û dikeve.

4 PIRTÛKÊN WÎ HENE

Samî yê ku ji 2004 û vir ve girtiye 4 pirtûkên bi navê "Soluk Soluga" û  "Kan Kurumaz" yên romana û "Harman" û "Yeralti Sulari" yên helbestan nivîsandine.