De Mîstûra di Cinêv- 8 de nekarî heyetan bîne gel hev
Tûra hevdîtinên Cinêv-8 di roja sêyemîn de dewam dike, Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Staffan de Mîstûra, nekarî heyetan li heman odeyê bîne gel hev.
Tûra hevdîtinên Cinêv-8 di roja sêyemîn de dewam dike, Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Staffan de Mîstûra, nekarî heyetan li heman odeyê bîne gel hev.
Tûra hevdîtinên Cinêv-8 a bi armanca çareserkirineke siyasî ya ji bo şerê navxweyî ya Sûriye ku di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatibû destpêkirin di roja 3’an de ye, civînên li ofîsa Cinêv a NY’yê didomin.
Taybet ê NY’yê yê Sûriye Staffan de Mîstûra, nekarî heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Nûnerê Herdemî yê NY’yê yê Sûriye Beşar Caferî û heyetên mûxalîf ên di bin serokatiya Nasir Harîrî de hatibûn buryoya NY’yê ya Cinêvê di heman odeyê de bîne gel hev.
De Mîstûra destnîşan kir ku armanca wan di roja yekem a hevdîtinan de aliyan di heman odeyê de bîne gel hev, diyar kir ku jiber ku heyeta rejîmê nexwestin bi muxalîfan re bên gel hev li odyeyên cuda cuda hevdîtin hatin kirin.
De Mîsûrta, di daxuyaniya xwe ya duh dabû de, şiyarî dabûn heyetan û gotibû ji gotûbêjên meşrûtyetkirina hevdu dûr bikevin, anîbû ziman ku divê hevdîtin bê şert û merc bên kirin.
Hatibû diyarkirin ku heyetên ‘Muxalîf’ di daxuyaniyên xwe yên berê de dabûn diyarkirin ku dixwazin rast e rast bi heyeta rejîmê re hevdîtinê bikin, heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Nûnerê Herdemî yê NY’yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî ne li gel wê yekêne ku bi heyetên muxalîf re bicivin.
Di civînên ji çapemeniyê re girtî hatin kirin de, Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê De Mîstûra wê li ser mijarên mîna rêveberiya demkî , destûra bingehîn, hilbijartin û têkoşîna bi terorê re rawestin.
Hevdîtinên ku 28’ê Mijdarê hatibû destpêkirin wê hefteya pêşiya me bidome.