DBP: Ji dêvila dadgehan AKP-MHP îddîanameyan amade dikin
DBP’ê bal kişand ser terora darizandinê ya AKP’ê û darizandina hevserokên wan û diyar kir ku ji dêvila dadgehan AKP-MHP îddîanameyan amade dikin.
DBP’ê bal kişand ser terora darizandinê ya AKP’ê û darizandina hevserokên wan û diyar kir ku ji dêvila dadgehan AKP-MHP îddîanameyan amade dikin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê têkildarî darizandina hevserokên xwe û biryarên darizandinê îro daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, AKP û MHP hewl dide nûnerên civakê bi rêya darizandinê bêdeng bike û got, “Rêveberiya yekzilamî hemû kes û mûxalîfên ku wî rexne dikin, dike armanca xwe û bi rêya dadgehan wan digire. Herî dawîn di rûniştina doza Hevserokê me yê Giştî Mehmet Arslan de jî derket holê ku, sûcdariyên ku tên kirin, hemû daxuyaniyên çapemeniyê ne û dozger hin beş ji wan daxuyaniyan stendiye û kiriye îddîaname. Ligel ku ev sûcdariyên tên kirin bi awayekî şênber pûç hatine derxistine jî, heyeta dadgehê biryara girtinê daye. Ev darizandin ne darizandinên şexsî û hiqûqî ye.”
ÎDDÎANAME LI NAVENDÊN DESTHILATDARIYÊ TÊN AMADEKIRIN’
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ev îddîaname li navendên desthilatdariyê tên amadekirin û ew ê DBP berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomîne û ew ê ev biryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser kadroyên me nebe sedem ku rêveberên me bi paş ve gavan biavêjin.
DBP’ê diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê gelê me bersiveke xurt bide desthilatdariya AKP-MHP’ê.