Dayîkên Şemiyê qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kirin

Dayîkên Şemiyê qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kirin

Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya heftane de hesaba komkujiya Basa ya ji aliyê dewletê ve hate kirin pirsîn û wiha gotin: "Aştî ji bo me nêzîkahiya winda û edaletê ye"

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 407'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û panrkata "Kiryar diyarin winda li ku ne" vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de hesaba komkujiya 11 Kurdên li Basa ya ku derket holê ji aliyê dewleta kûr ve hate kirin, hate pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz axivî û komkujiya Parîsê ya 3 siyasetmedarên Kurd ên jin bi awayekî hovane hatin qetilkirin şermezar kir û wiha got: "Em di bin vê baranê de çalakiyê li dar naxin. Em li windayên xwe digerin." Parêzvanê Mafê Mirovan Şanar Yurdatapan jî diyar kir ku, piştî komkujiyê çûn herêmê û wiha got: "11 Kurd li ber çavan hatin qetilkirin. Bûyerekî zelal bû." Yurdatapan, anî ziman ku, piştî komkujiyê bi gundiyan re hevdîtin pêk anîn û gundiyan anî zikman ku, berî komkujiyê helîkopter hatin gund û komkujî PKK'ê na leşkeran kir.

'PKK'Ê NA WE KUŞTIN'

Yurdatapan da zanîn ku, piştî lêkolînên komkujiyê bi tevlîbûna Orhan Pamuk, Yaşar Kemal bi civînekî çapemeniyê xwestin bi raya giştî re pareve bikin û wiha axivî: "Lê piştî civînê di çapemeniyê de bêdengiyê berdewam kir." Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir ku, divê hemû komkujî bên zelalkirin û têkildarî suîqasta li Parîsê jî wiha got: "Derket holê ku aştî çawa bedelên mezin dixwaze."

Keça Ahmet Kaya Emîne Kaya Erbek jî bi kurdî axivî û wiha got: "18 salin hêj hestiyên bavê min nehatin dîtin. Piştî re birayê min kuştin. 18 salin em li vir in û hesaba wan dipirsin. Piştî komkujiyê em çûn qereqolê û ji me re gotin, 'bavê we PKK'ê kuşt' Dema me ji wan re got, 'Na we kuşt' gef li min xwarin." Kaya wiha bang li rayadarên dewlêtê kir: "Êdî şermê bikin. Ji zilmê re êdî bese."

'AŞTÎ, NÊZÎKAHIYA LI HEMBERÎ WINDAYANE'

Daxuyaniya hefteyê Ozge Akçam xwed û wiha got: "Di 15'ê çileyê de leşkeran telefon li gundê Koçyurdê kir û got dê kesên binçavkirin serbest berbidin û daxwaz mînîbûsekê kir ku bişînin qereqolê. Bi ajokar re 4 cerdevan çûn qereqolê. Leşkerên tenê li benda ajokar 4 cerdevan jî qetilkirin. Leşkeran 10 welatiyên qetilkirin bi qûltixên minîbûsê ve girêdan û torbe li serê wan kirin û minîbûs derxistin rê. Piştî leşker ji minîbûsê dûr ketin minîbûs gulebaran kirin û pişt re jî bi roketan cenaze şewitandin." Akçam anî ziman ku, agahiya "11 cerdevan ji aliyê PKK'iyan ve hatin kuştin" hate dayîn û wiha axaftina bi dawî kir: "Aştî ji bo me nêzîkahiya windayan û edaletê ye."