Dayîkên Şemiyê wê derkevin qadan
Dayîkên Şemiyê wê derkevin qadan
Dayîkên Şemiyê wê derkevin qadan
Şaxên ÎHD'ê ya Colemêrg û Amedê ji bo aqubeta "Kiryarên nediyar" û windayan bê pirsîn komîsyon ava kirin. Komîsyona Nûnertiya ÎHD'ê ya Geverê diyar kir ku dê her hefte roja şemiyê aqubeta windahiyan bipirsin.
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Colemêrgê komîsyona lêgerîn û ronîkirina aqûbeta windayan ava kir. Komîsyonê bi malbatên xizmên wan di salên 1990'î de bi "Kiryarên nediyar" û dibinçavande hatine windakirin biryarên nû girtin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Berdevka Komîsyonê Necîbe Gûneş Perînçek di derbarê mijarê de daxûyaniya niviskî weşand. Perînçek diyar kir ku dê li Geverê û Şemzînanê aqubeta kesên ku di "Kiryarên nediyar" hatî windakirin bipirsin û wiha got: " jiniha û pêde emê xebatên xwe yên derbarê windahiyan de bileztir bikin 'Kiryarên nediyar' bigerin. heta niha 20 malbatî serî li medaye. Emê her roja şemiyê saet di 13.00'an de derkevin qadan ji bo ku kiryarên cînayetên 'Kiryarên Nediyar' bê dîtin û bê darizan din emê wek Dayikên Şemiyê dest bi çalakiyên xwe bikin.
Dê cara yekem di roja 30 Mijdarê de roja şemiyê li kolana Hunerê ya navçeyê bên gelhev û Dayîkên Şemiyê çîroka Abdullah Canan vebêje û aqubeta wî bipirse.