Dayîkên Şemiyê: Panzer û bombeyên we fêde nakin

Dayîkên Şemiyê: Panzer û bombeyên we fêde nakin

Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 427'an de ligel êrîşa polîsan li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xistin û wiha gotin: "Panzer, bombe, cop, tank, çek, binçavkirin û zîndanên we bêsûdin. Dê her tim mirovên birûmet û mafên xwe dixwazin derkevin pêşberî we."

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 427'an ligel barîkata polîsa û bombeyên gazê li Qada Galatasarayê li dar xistin. Daxuyaniya hefteyê ji aliyê Sebla Arcan ve hate xwendin. Arcan diyar kir ku, ji 27'ê gulana 1995'an heta niha li Galatasarayê çalakiyê li dar dixin û li ser vê yekê re 18 sal derbasbûn. Arcan anî ziman ku, dema windahî pêk hatin çapemeniyê tu rastî nenivîsîn, ji ber ku serbixwe nebû û saziyên siyasî zext li ser wan pêk anîn mafên xwe bikaranîn.

Arcan wiha axivî: "Me ji ber ku 'Dema riyên edaletê hatin girtin, serî hildan maf û peywire' li Qada Galatasarayê dest bi rûniştinê kir. Di nava wan 18 salan de ji bo aqubeta windayan bê pirsîn tu gav nehatin avêtin. Kiryarên windayan dernexistin ber dadê. Kiryarên cînayetên kiryar nediyar hatin parastin. Ligel biryarên DMME'yê kiryarên windayan nehatin dîtin."

Arcan da zanîn ku, wan xwast ji civakê re peyama israra têkoşînê bidin û wiha axivî: "Hişmendiya berê zarokên me weke dijmin dîtin û winda kirin îro ji zarokên welatiyên xwedî li mafên xwe yên hemwelatiyê derdikevin hedef digirin. Panzer, bombe, cop, tank, çek, binçavkirin û zîndanên we bêsûdin. Dê her tim mirovên birûmet û mafên xwe dixwazin derkevin pêşberî we."