Dayikên Şemiyê: Me Seyhan dîtin, em kujeran dixwazin
Dayikên Şemiyê: Me Seyhan dîtin, em kujeran dixwazin
Dayikên Şemiyê: Me Seyhan dîtin, em kujeran dixwazin
Dayikên Şemiyê di hefteay 435. de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û li ser dîtina hestiyên Seyhan Dogan ê li Kerboranê hat wendakirin, ji Dê û Bavê Dogan ê bi salan li Qadên Şemiyê têkoşîn didan û jiyana xwe ji dest dan re gotin, "Me Seyhan ê berî 18 salan ji hembêza we hat girtin dîtin û emê teslîmî we bikin." Xizmên wendahiyan xwestin Hûrşît Îmren ê niha Şaredar e û Mehmet Tîre yên berpirsyarên wendahiyên li Kerboranê ne, ji wezîfeyê werin girtin.
Dayîkên Şemiyê li Qada Galatatasarayê di hefteya 435'emîn de pankarta 'Kujer diyarin winda li ku ne' çalakî lidarxistin. Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir anî ziman ku di darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê de di hemû qadên jiyanê de mafên mirovan hatin binpêkirin û wiha got: "Piştî 30 salan qebulkirin ku bi îşkenceyê Cemîl qetilkirin. Lê ji bilî encama 'ez dewlet im, dikarim bikujim' tu encam nehat bi destxistin. Di çalakiyên parka Geziyê de Ethem Sarisuluk, Ebdullah Comert, Mehmet Ayvalitaş, Elî Îsmaîl Korkmaz qetilkirin. Ev tê wê wateyê ku çemka 12'ê îlonê didome. Ez bang li rayedarên vê dewletê dikim, yên ku dimeşin ji bo demokrasiyê dimeşin. Heta niha we nekaribû bi cop, mermî û gazê bêdeng bikin, niha şûnde jî hûn nikarin bêdeng bikin."
Dayîka Nazir Çakar, Naz Çakar anî ziman ku 19 salin li kurê xwe digere û wiha got: "Ev dayîk, şev û roj, havîn, zivistanê windahiyan digerin. Ma merhameta tu kesî nîne. Ji bo kurê min bixebite min şande vê derê, lê min careke din nedît. Bila ev şerê dawî be."
Jinbira Seyhan Doganê ku di 29'ê cotmeha 1995'an de hat windakirin, Nerîman Dogan, Asiye Dogan û Ramazan Dogan diyar kirin ku 17 salin Seyhan Dogan digerin. Birayê Seyhan Dogan, Kadrî Dogan anî ziman ku 2 sal berê hestiyê birayê xwe dîtine û hestî li Saziy Tipa Edlî tê ragirtin, ger kengê kujer bên dîtin dê wê demê şad bibin.
Hepgul Bozoglu destnîşan kir ku, Seyhan Doganê 13 salî di 29'ê cotmeha 1995'an de li navçeya Kerborana Mêrdînê bi tevî 5 hevalên xwe hatiye binçavkirin û careke din agahî ji wan nehatiye girtin. Bozoglu anî ziman ku, hemû serlêdan bê encam man û di encama hewldanên Şaxa ÎHD'a Mêrdînê dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin. Çalakvanan destnîşan kirin ku ji bo kujer bên dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.