Dayîkên Şemiyê: Me Kozakçioglu kesekî kujer û qatil dizanî

Dayîkên Şemiyê: Me Kozakçioglu kesekî kujer û qatil dizanî

Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Pîro Ay pirsîn û diyar kirin ku, Hayri Kozakçioglu hesaba windayan neda û mir û wiha gotin: "Piştî kes jiyana xwe ji dest didin pirsa 'We çawa dizanî?' tê pirsîn. Em jî dibêjn me Kozakçioglu, wekî kesekî kujer, înfazkar, îşkencekar û dest bi xwîn dizanî."

Dayîkên Şemiyên çalakiya xwe ya hefteya 426'an li Qada Galatasarayê bi wêneyên kesên hatin windakirin û pankarta "Kiryar diyar kin winda li ku ne?" li dar xistin. Dayîkan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Pîro Ay ê ku di 17'ê gulana 1994'an de hate windakirin pirsîn. Nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî û Endamên Komeleya Mafên Mirovan a Fransa û nûnerên şaxên ÎHD'ê yên Hatay, Enqere û Amedê jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate gotin ku, Hayri Kozakçioglu yê ku navê wî di gelek cînayetên kiryar nediyar de û windayên di binçavan de derbas dibe hesaba windayan neda û mir. Masîde Ocak diyar kir ku, di dema ew çalakiyê li dar dixin nimêja cenaze ya Kozakçioglu li Mizgefta Teşvîkiyeyê tê kirin û wiha got: "Piştî kes jiyana xwe ji dest dide pirsa 'We çawa dizanî?' tê pirsîn. Me kujer, înfazkar, îşkencekar û dest bi xwîn dizanî."

'KUJER ÇILLER, AGAR Û ÊN DIN RÊ LI PÊŞ ÇALAKIYÊN ME VEDIKIN'

Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî diyar kir ku, Serokwezîr ji ber bertekan neçû Reyhanliyê û nameya ji bo Dayîka Berfo nivîsandî xwend. Kurê Huseyîn Taşkaya yê ku di 1993'an de hate windakirin Şerîf Taşkaya jî wiha got: "Çalakiya em dikin dibêjin hinek kes beralî dikin. Erê hinek ji bo vê çalakiyê em bikin me beralî dikin. Tansu Çîller, Mehmet Agar, Hayri Kozakçioglu me ber bi vê çalakiyê ve li dar bixin beralî dikin."

Taşkaya diyar kir ku, dengê wan ji aliyê dewletê ve nehate bihîstin û wiha axivî: "Hayir Kozakçioglu mir ên din xilas nabin." Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku, qatilê birayê yek jî Hayri Kozakçioglu ye û wiha got: "Hayri Kozakçioglu sûçdare." Neviyê Abdulkerîm Yurtseven Emrah Yurtseven jî wiha got: "Bapîrê min yê 75 salî çi li we kir we di bin çavan de winda kir."

Seroka Tura Mafên Mirovan a Akdenîzê ya Ewropa (FEMED) Nasira Dutur jî diyar kir ku, kurê wê jî hate windakirin û wiha got: "Ez êşa we parve dikim. Ez jî weke we li benda kurê min bê malê me. Ez jî li benda rastî derbikeve holê. Ez jî li benda edalet bi cih bê me." Aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî jî wiha got: "Min ji xwe re peyamên 164 welatan ên piştgiriyê anîn. Rûmeta mirovan bi qîmet e. Hûn ji bo vê yekê têkoşînê didin. Ev têkoşîn heta hemû gel azad dibin dê berdewam bike." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bi kurdî axaftinekî kin kir.

Piştî axaftina daxuyaniya hefteyê ji aliyê Masîde Ocak ve hate xwendin. Ocak diyar kir ku, Pîro Ay ji aliyê leşkerên di nav de Fermandarê Cendirmeyan ê navçeya Dêrîkê Musa Çîtîl ve li mezraya Kelektepe ya Dêrîkê ve hate binçavkirin û wiha got: "Piştî leşker ji gund çûn leşker li Pîro Ay geriyan û şopa xwînê û qumaşê weke şelê wî li ber çem dîtin. Şivanên derdorê gotin wan qêrînên Ay bihîstin."

Ocak anî ziman ku, ligel hemû hewildanan binçavkirina Ay hate înkarkirin û piştî 18 sal şûnda doz hate vekirin. Ocak da zanîn ku, daxwaza wan a Musa Çîtîl girtî bê darizandin her dim hate redkirin û wiha axivî: "Ev rewş rayedarên dewletê yên sûçên mirovahiyê kirin nayên lêpirsîn û tên parastine." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî wiha got: "17 salin em li ser van keviran têkoşînê didin." Efe diyarkir ku, heta niha wan ji NY'ê re 400 dosyayên windayan şandin.