Dayikên Şemiyê li ser navê dayikên Cizîrê çalakî lidar xistin

Dayikên Şemiyê di hefteya 566. de li Qada Galatasarayê kom bûn. Ji ber ku ev 7 hefte ne nikarin çalakiyê lidar bixin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê ji bo dayikên Cizîrê lidar xistin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 566. de li Qada Galatasarayê kom bûn. Ji ber ku ev 7 hefte ne nikarin çalakiyê lidar bixin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê ji bo dayikên Cizîrê lidar xistin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirs bikin û daxwaza darizandina kiryaran bikin di hefteya 566. a lêgerîna li edaletê de li ber Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiya de navên kesên ku li Cizîrê ev 8 roj in li benda ambulansê ne hate hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Kemal Mubarîz ê ku di 1'ê Sibata 1994'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî wendakirin hate pirsîn. Her wiha, dayikên Cizîrê ku ev 7 hefte ne nikarin çalakiya xwe lidarxin jî nehat jibîr kirin 

Di çalakiyê de, hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun axivî, malbat û ciwanên Cizîrê silav kir û got ku ew li ba gelê Cizîrê ne. Kekê Hasan Ocak ê ku di binçavan de hate qetilkirin Alî Ocak û hevjîna Nîhat Aydogan, Halîm Aydogan jî axivîn û balê kişandin ser êrîşên li Cizîr û Sûrê. 

Piştî axaftinan, birayê Hayrettîn Eren Îkbal Eren li ser navê malbatan daxuyaniya çapemeniyê xwend. Eren, pirsa aqûbeta Kemal Mubarîz ê ku di 1'ê Sibata 1994'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin pirs kir û çîroka wî vegot. 

Eren di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku wê dest ji têkoşîna pirskirina aqûbeta xizmên xwe bernedin.

Çalakî, piştî axaftinan bi dawî bû.