Dayikên Şemiyê: Fail hîn di nav me de ne!

Dayikên Şemiyê: Fail hîn di nav me de ne!

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Hayrettîn Eren ê ku di sala 1980'an de li Stenbolê hate windakirin pirsîn û wiha gotin: "Tevî ku 34 sal derbasbûn jî hê Hayrettîn Eren û zarokên me yên din ên di 12'ê Îlonê hatin windakirin nehatine dîtin û fail hê di navbera me de digerin."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 504'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Hayrettîn Eren ê ku di 21'ê Mijdara 1980'an de li Stenbolê hate binçavkirin û hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de ewil xwişka Eren Îkbal Eren axivî û diyar kir ku birayê wê Eren ji bo cîhaneke azad û bêdewre û talan têkoşîn kir û pêvajoya binçavkirin û windakirina birayê xwe wiha vegot: "Di dema birayê min hate binçavkirin bi wî re Nurettîn Yedîgol, Suleyman Cihan û Mustafa Hayrallahoglu jî di heman tezgahan re derbasbûn. Ligel hiştin Suleyman Cihan û Mustafa Hayrullahoglu hê aqubeta Hayrettîn Eren û Nurettîn Yedîgol nehatiye aşkerakirin." Eren anî ziman ku dema birayê wî hate windakirin Şukru Balci Midûrê Polîsan ê Stenbolê bû û Mehmet Agar jî alîkarê Midûrê Stenbolê bûn.

Birayê Eren Faruk Eren jî diyar kir ku birayê wî ji nifşê şoreşger ê salên 70'an bû û wiha got: "Têkoşîna xwe li îşkencexaneyan jî berdewam kir. 34 sal demek dirêj e lê êşên me nekewandin." Eren, anî ziman ku hemû kesên hatin windakirin ji aliyê çeteyên ji aliyê dewletê ve piştgiriya wan hate kirin hatin qetilkirin û wiha axivî: "Kiryar dewlet e. Li Roboskiyê bi ser me de bombe barandin. Çend roj berê li sînor Kader Ortakaya qetil kirin. Fail hê jî cînayetan li dar dixe." Xwişka Eren Cemîle Eren jî wiha got: "34 sal berê me kîjan êş jiyabe em îro jî heman êşê dijîn. Hayrettîn Eren ji bo cîhaneke xweş xwe feda kir. Hemû wêneyên li wir di heman demê de Hayrettîn in."

Daxuyaniya hefteyî Hatun Îldemîr xwend. Îldemîr diyar kir ku 34'emîn salvegera binçavkirina Hayrettîn Eren e û wiha got: "Tevî 34 sal derbasbûn jî hê Hayrettîn Eren û zarokên me yên din ên di 12'ê Îlonê hatin windakirin nehatine dîtin û kiryar hê di nav me de digerin." Îldemîr anî ziman ku çanda bêcezakirinê şîdeta dewletê mayînde hiştin û wiha axivî: "Bi kurtasî 34 salin hemû hikûmet hevkariya sûc a darbekaran dikin û 12'ê Îlonê didin jiyîn. Hayrettîn Eren ji bo bi hevalê xwe re bê cem hev bi wesayîta aîdî bavê xwe ya bi plaqeya 34 F 6798 çû Saraçhaneyê bi hevalê xwe re li Îşcan Gecîdê hate binçavkirin."