Dayikên li Gebzeyê, li gel astengiya polîsan jî hatin cem hev

Çalakiya nobetê ya dayikên girtiyan li Gebzeyê li gel astengî û gefên polîsan jî berdewam kir.

Çalakiya nobetê ya dayikên girtiyan a bi mebesta ku balê bikişînin ser greva briçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa M'yê ya Gebezeyê didome.

Polîsên Tirk bi terora li ser dayikan dîsa hewl dan ku çalakiyên asteng bikin. Malbata li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Gebzeyê ya HDP'ê hatim cem hev. Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî li gel dayikan bû. Polîsan ê li ber wesayitên dayikan girt, dema ku ketin kuçeyên nêzî kuçeyên girtîgehê.

POLÎSAN GEF LI DAYIKAN XWAR

Orhan li dijî êrîşa polîsan sekinî, gote polîsan çima ew pêşiya dayikan digirin. Polîsên Tirk jî biryara qedexeya çalakiyan li Gebzeyê ya bi fermana Walî kirin hinceta êrîşan.

Dema ku Orhan li dijî polîsan diaxivvî dayik jî dest bi çalakiya rûniştnê kirin. Dayik piştî ku demekê rûniştin goin ew ê sibe dîsa çalakiya xwe bidomînin.

Polîsan gef li dayikan xwar û gotin ew ê wan destgîr bikin.

POLÎSAN TELEFONÊN NÛÇEGIHANAN DESTESER KIRIN

Polîsên Tirk her wiha piştî ku malbat çûn telefon û malzemEyên nûçegihanan desteser kirin, piştî ku wêne, dîmen jêbirin dîsa li wan vegerandin.