Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe bi baldar in
Dayikên du girtiyên siyasî yên li girtîgehên Şirnex û Tarsûsê Xecê Beytûr û Avniye Sûngûr bi baldarî li benda başbûna rewşa zarokên xwe ne.
Dayikên du girtiyên siyasî yên li girtîgehên Şirnex û Tarsûsê Xecê Beytûr û Avniye Sûngûr bi baldarî li benda başbûna rewşa zarokên xwe ne.
Girtiyê siyasî Osman Beytûr yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê bû, ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Rewşa tenduristiyê ya Beytûr normal dibe.
Beytûr li Cizîrê di navbera salên 2015 û 2016'an de di dema qedexeya derketina derve de hatibû girtin. Doza Beytûr hîn jî didome. Beytûr li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Şirnexê 16'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema greva birçîbûnê de gardiyanan êşkenceyeke giran lê kiribûn.
Dayika wî Xecê Beytûr anî ziman ku tedawiya kurê wê didome û got, "Ya rast ji kurê xwe bêhtir ez niha gelekî li ber hevalên li gel wî ne dikevim. Li gorî agahiyên gihîştin me nexweşiyên hinekan mayinde bûye û tedawiya wan zehmet e. Dibe ku rewşa Osman jî giran e, lê belê em dema lê dipirsin dibêje, 'Ez baş im, tiştekî min nîne. Rewşa hevalên min min dixe nava firs û fikaran'."
Beytûr bal kişand ser rola dayikên laçik spî ya ji bo bidawîkirina tecrîdê û got, "Me hewl dan xwe bigihînin her deverê. Tenê tiştek hebû ku me pê zanîbûn; ew jî diviyabû me dengê zarokên xwe bigihandibûya deverên pêwîst. Em kêfxweş bûn ji ber ku me ev yek pêk anîn. Lê belê divê nebêjin ku ev pêvajo bi dawî bûye. Heta ku zarokên me li rewşa xwe ya berê vegerin em baldar in."
SÛNGÛR: TENÊ DIXWAZIM TENDURISTIYA KURÊ MIN BAŞ BIBE
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mervan Sûngûr e ku di dema berxwedanê de rewşa wî krîtîk bû bû. Dayika Sûngûr Avniye Sûngûr anî ziman ku rewşa kurê wê li gorî destpêkê baştir bûye.
Avniye Sûngûr ku ji ber rewşa kurê xwe bi fikar e got, "Em ji bo zarokên xwe daketin qadan. Eger pêwîst bike em ê careke din dakevin qadan. Me got ku heta zarokên me dawî li greva birçîbûnê bînin em ê li qadan bin û şikur çalakî bi dawî bû. Kurê min dibêje 'rewşa min baş e', lê di hevdîtina dawî de min nedît ku li xwe zêde kiribe. Dengê wî li gorî dema destpêkê baştir e. Mîna berê karibe xwarinê bixwe wê baş bibe. Ji bo ew careke din neçar nemînin ku çalakiyeke wiha bikin divê em li derve berpirsyariyên xwe pêk bînin. Niha yekane tişta ez dixwazim ew e ku kurê min rewşa wî ya tenduristiyê mîna berê baş bibe."