Dayikên girtiyan gotin heta tecrîd hebe wê çalakî jî hebin

Dayikên li Esenyûrtê di nobedê de ji bo polîsên pirsa; ‘Tecrîd bi dawî bû. Daxuyanî hate dayîn, heta kengê hûnê li vir bin’ gotin: “Heta zindanî daxuyanî nedin wê çalakiyên me bidomin.”

Çalakiya rûniştinê ya dayikên girtiyan a li navçeya Esenyût a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser grevên biçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû di roja 23’an de ye. Dayikên bi xavikên spî li Qada Esenyûrtê hatin ba hev bi çepikên kesên derdor dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Di dema destpêkirina çalakiyê de polîsan dor li dayikan girtin û gotin: ‘Daxuyanî hate dayîn. Tecrîd bi dawî bû. Heta kengê hûnê çalakiya xwe bidomînin?’ Dayikan jî bersiva ‘Heta niha daxuyaniyek zelal nehatiye dayîn. Wezareta Edaletê daxuyaniyek daye. Heta zindanî daxuyaniyek bidin wê çalakiyên me bidomin.

Dayikan destnîşan kirin ku heta têkildarî rakirina tecrîdê daxuyaniyek zelal neyêdayîn wê çalakiyên xwe bidomînin. Dayikan piştî van gotina çalakiya xwe ya îro dawî kirin.

Li aliyê din polîsan destdanîn ser nasnameyên dayikên girtiyan û nûçegihanên bûyer dişopandin û kontrolkirin.