Dayikên girtiyan: Divê ev tecrîd rabe

Dayikên girtiyên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berxwedanê de ne peyama ‘Divê ev tecrîd bê rabe’ dan.

Dayikên girtiyan ên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, li Şaxa Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwariyan re (TÛAY-DER) ya Tarsûsê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmoglûllari, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û gelek dayikên girtina di daxuyaniyê de amade bûn.

Rêveberê Şaxa TÛAY-DER’ê ya Tarsûsê Kadîr Ezer axivî û desthilata heyî di serî de dixwaze gelê Kurd û hemû hêzên muxalîf tesfiye bike û got: “Polîtîkaya tecrîdê bûye welateke ku dayik zarokên xwe binax bikine. Birê Ocalan ne kesek e, vîneke. Muzakereyek bi Ocalan re kirin wê bibe henaseyek aram ji bo welat. Ji bo wê divê tecrîd rabe.”

Ezer anî ziman ku bi dawî bûna tecrîdê wê hem welat bikeve qonaxeke aram û hem jî girtî nemirin û got: “Divê tecrîd rabe. Divê girtî nemirin û aştî pêk were. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê hikûmet gavên şênber bavêjin.”

Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî kirin.