Dayikên Aştiyê ji bo Elçî rê li çûnûhatinê girtin
Dayikên Aştiyê yên Wanê qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin.
Dayikên Aştiyê yên Wanê qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin.
Gelek jinên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Cadeya Maraş a bajêr li çûnûhatinê girtin, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî protesto kirin.
Dayikên Aştiyê yên li Qewşaxa Soydan kom bûn, kurdeleyên reş bi tulbendên spî yên li serê xwe girêdan, qetilkirin protesto kirin. Dayikên li vir rê li çûnûhatinê girtin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê dawî li çalakiya xwe anîn û rê vekirin.