Dayikên Şemiyê pirsên ‘hiqûq’ê ji Enqerê kirin!

Dayikên Şemiyê cara 698’an hatin cem hev. Dayikan got pirsên wan ên derheqê hiqûqa navxwe ev 698 car in bêbersiv dimînin.

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Îbrahîm Kartay ê berî 24 salan li Amedê hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn û gotin: “Em ji bo Kartay û hemû nebediyan dadê  dixwazin. Gelo çima em ji hiqûqa navxwe encamê nagirin?”

Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta nebediyan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 698’an de, carek din li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyar in nebedî li ku ne?” û wêneyên nebediyan vekirin. Xizmên nebediyan û gelek Mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Îbrahîm Kartay hate pirsin,  ku Kartay beriya bi 24 salan di 15’ê Tebaxa 1994’an li Amedê hat e destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin.

Birayê Ridvan Karakoç ku di sala 1994’an de hat destgîrkirin û cenazeyê wî di sala 1995’an de hat dîtin Hasan Karakoç destpêkê axivî. Karakoç, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes hatine nebedîkirin û wiha got: “Kesên xizmên me nebedî kirin, hûn ji me bêtir wan nas dikin. Hûn celadên dest bi xwîn diparêzin. Gelo çima em ji hiqûqa navxwe encamê nagirin? Bêguman sedemên vê yekê hene. Lê 23 sal in em li vir dadê dixwazin û em ê heya 23 sal din jî li vê derê bin û daxwaza dadê bikin.”

EV 698 CAR IN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN

Piştî Karakoç, xwÎşka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 1980’an de hate destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin Îkbal Eren daxuyaniya vê heftê da. Eren, anî ziman ku ew 698 hefte ne  li Qada Galatasarayê, ji rayedar û saziyên dewletê pirsa nebedîyên xwe didin. Eren got gelo çi ji nebediyan hat û  wiha axivî: “698 hefte ne ev pirsa me bêbersiv tê hiştin. Ji ber ku kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin dewleteke hiqûqî naxwazin.”

AQÛBETA KARTAY PIRSÎN

Eren, destnîşan kir ku Îbrahîm Kartay di operasyonekê de ku li gundê wan ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê, 15’ê Tebaxa 1994’an pêk hat, ji aliyê leşkeran ve tê destgîrkirin û wiha berdewam kir: ‘’Leşker di saetên serê sibê de li dora Gundê Kartay Gomeç ê 19 kîlometere dûrî navçeya Hênê digirin û bi sedan leşker gundiyan li qada gund kom dikin û ji wan dixwazin gundê xwe terk bikin. Leşker bêyî ku dem bidin gundiyan amûrên xwe ji gund derbixin, malan didin ber agir û sewalên gund gule baran dikin û dikujin. Îbrahîm Kartay ê 29 salî, çawan ku mala wan tê şewitandin, bi malbata xwe re xwe amade dikin ji gund derbikevin. Hevjîna wî ya 6 meh dûcanî, 3 zarokên xwe jî digire ba xwe û ji gund dûr dikevin.  Kartay ji bo xurekê bigire diçe mala xwe ya hîna nehatiye şewitandin. Hin penîr, ava firîngiyan û nan digire ba xwe û ji bo biçe gel malbata xwe derdikeve derve. Piştî ku hinekî bi rê diçe, leşker wî ferq dikin û destgîr dikin û carek din agahî ji Kartay nayê girtin. Hevjîna Kartay Salîme Çekir bi heviya wê hevjînê wê vegere 10 rojan li bendê dimîne, lê piştî ku dibîne venagere, bi tiyê xwe re diçe serdozgeriya Hênê û serlêdan dike.”

TESTA DNA’YÊ HEV NEGIRTIN

Eren, derbirî ku dema malbat a ji dozgeriyê tu bersivê nagire, diçin Qereqola Cendirmeyan a Hênê û wiha pê de çû: “Li qeregolê li bav Kadrî Kartay re dibêjin ‘Kurê te, terorîst e, lê me wî berda. Li ku dere ye em jî nizanin.’ Piştî demekê bav Kartay dîsa diçe qereqolê. Ji qereqolê gule bera wî didin û gefa carek din kurê xwe nepirse lê tê xwarin. Piştî 21 salan, notirvanekê goristanê ji malbata Îbrahîm re dibêje, ‘dibe ku cenazeyê Îbrahîm li kêleka trafoya ceyranê ya nezî goristana navçeya Hênê hatibe defin kiribin.’ Li ser vê yekê hevjîn û kurê Îbrahîm bi navbeynkariya  Şaxa ÎHD’a Amedê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Hênê didin. Piştî serlêdanê di 03’yê Hezîrana 2015’an de gor tê kulandin, parçeyên hestî û kincan tên girtin û ji bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên şandin. Lê di raporê de testa DNA’yê hev negirtin.”

Eren, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû nebediyan dad pêk were. Ji bo rastiya heqîqeta di dosyeya Kartay de derbikeve holê em dixwazin lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.”