Dayikên Şemiyê ligel ablûkaya AKP’ê jî li hev civiyan

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 708'emîn de ligel ablûkaya polîsan li hev civiyan. Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr pirsîn ên ku destgîrkîrî hatibûn windakirin.

Dayikên Şemiyê ku ev 23 sal in aqûbeta xizmên xwe dipirsin ên ku piştî hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn windakirin. Dayikên Şemiyê di hefteya 708'emîn de jî çalakiya xwe ligel dorpêça zêde ya polîsan pêk anî. Polîsan kolana Çûkûr Çeşme ya avahiya ÎHD’ê ji her du aliyan ve girtin. Lêbelê li gel hemû astengiyên polîsan dayikan çalakiya xwe pêk anîn.

Parlementerên HDP’ê Oya Ersoy, Alî Kenanoglu, parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û endamên Partiya Çep a Kibrisê, seroka bajêr ESP’ê ya Stenbolê Pinar Turk, helbestvan û hunermendan piştgirî dan çalakiyê.

Dayik bi wêneyên xizmên xwe yên hatî windakirin ketên qadê û piştî rûniştinê xwişka Hasan Ocak a destgîrkirî hatî windakirin, Maside Ocak çîroka birayê xwe xwend.

'DEWLET HÊZÊ JI BO NEFRET Û TUNDIYÊ BI KAR TÎNE'

Ocak, bertek nîşanî polîsan da û got, hêza dewletê li hemberî xizmên windayan weke amûra tundî û nefretê bikar tîne.

Ocak anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ligel ku li pêşberî hiqûqa navneteweyî rastiya kujer a dewletê qebûl kiriye jî niha li dijî hiqûqê tevdigere berpirsyariyên xwe nayne cih. Ocak, qala windakirina Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr kir. Ocak anî ziman ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de Fehmî Tosûnê 35 salî û hevalê wî yê 34 salî Huseyîn Aydemîr heman rojê hatine destgîrkirin û windakirin.

AKP ŞERMEZAR KIR Û GOT ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Piştî Ocak, hevjîna Fehmî Tosûn, Xanim Tosûn jî axivî û qala çîroka hevjînê xwe kir. Xanim Tosûn bi şermezarkirina qada Galatasarayê ya ji hêla AKP’ê ve dest bi axaftina xwe kir. Tosûn got ku “Hûn çima me di vê kolanê de teng dikin? Hûn çima qada Galatasarayê qedexe dikin? Em, 23 sal in li wê qadê dicivin û me zerar nedaye tu kesî. Em ji bo maf û edaletê li vê derê ne. Em ê xizmên windahiyan tu carî dev ji doza xwe ya maf û edaletê bernadin. Mafê ti kesî nîn e ku ti kesî destgîrkirî winda bike. Em hesabê vî tiştî ji rayedaran dipirsin. Heta ku berpirsyarên van kiryaran dernekevin pêşberê dadgehê em ê dev ji doza xwe bernedin, hesabê wê bipirsin.”