Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Mîrza Ateş pirsîn

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Mîrza Ateş pirsîn ê ku 24 sal berê di binçavan de hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 677’an de li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. Pankarta “Kujer diyar in, winda li ku ne?” vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Bavê Aziz Güler ê li Rojava di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, Mehmet Guler, hunermend Nur Suüer, rojnameger Ahmet Şık, Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrıkulu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mîrza Ateş ê 37 salî pirsîn ê ku di 18’ê Adara 1994’an d li navçeya Pasûra Amedê hatibû windakirin.

Di çalakiyê de ewil Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrıkulu axivî û got: “24 sal derbas bû. Ez wê demê sekretere Baroya Amedê bûm. Li gelek cihan binpêkirina mafan pêk dihat. Hemû deverên Pasûr û Licê bi tang û topan dihat rûxandin. Bi dehan kes hat windakirin. Yek ji van jî Mîrza Ateş e. Ji wê rojê heta niha tu tiştek neguherî. Wê demê tenê ev pêkanîn li herêmê hebûn. Lê niha li 81 bajaran Rewşa Awarte heye. Heta ev qad li vir hebe wê hafize jî zindî be. Em ê çalakiyên edaletê dewam bikin.”

Hevjîna Mîrza Ateş, Rindê Ateş jî axivî û ev tişt got: “Bi şev saet di 02.00’an de bi ser mala me de girtin. Mîrza binçav kirin û birin. Ji wê rojê heta niha me tu agahî jê negirt. Ev 24 sal e em li benda hatina wî ne. Em ji bo wî li vir in.”

Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nimet Tanrıkulu xwend. Tanrıkulu destnîşan kir ku dozên hikumet jê berpirsyar e bi salan di hiqûqa navxweyî de tu tiştek nekir.

Tanrıkulu da zanîn ku Mîrza Ateşê yê 37 salî bavê 5 zarokan li gundê Înkaya Pasûra Amedê dima û got: “Piştî hêzên ewlekariyê gundê wan şewitand, koçî mezra Sadika a gundê Duderya kirin. Piştî bi ser koçberkirina wan re 3 meh derbas bû, leşker li vir derketin operasyonê û di 18’ê Adara 1993’an de bi ser mala Mîrza Ateş de jî digirin. Ewil mala wî şewitandin û piştre leşker û cerdevanan Ateş bi êşkenceyê binçavkirin. Destê wî kelepçe kirin û kîs xistin serê wî. Her wiha li gund welatiyê bi navê Kuddisi Adıguzel û gundiyên din jî bi kindir bi hev ve girêdan. Binçavkiriyan ewil birin Qereqola Sivrice û piştre jî birin Fermandariya Leşkerî ya Pasûrê. Gundî piştî 3-4 rojan sewqî Fermandariya Alaya Leşkerî ya Amedê kirin. Bi mehan di binçavan de man û êşkence li wan hat kirin. Pişt re tu agahî ji Mîrza Ateş û Kuddusi Adıguzel nehat girtin. Aqûbeta bûyera wan di tarîtiyê ma. Em ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin. Em ê ji bo mafên bingehîn û azadiya xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”