Dayikên Şemiyê li aqûbeta Demîr û Akîp pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîp pirsîn ên ku beriya 26 salan di binçavan de hatibûn windakirin.

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa pirsîn ên ku 26 sal berê hatin windakirin. Di çalakiya de aqûbeta parêzerê wan Tahîr Elçî jî hate pirsîn. Dayikên Şemiyê gotin: “Dîroka tarî ji muwekîl dewrî wekîl hat kirin. Li ser navê mirovahî, edalet û wîjdanê ji bo em îtîraza xwe bilind bikin li Galatasarayê ne.”

Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 662’yemîn de li hev kom bûn. Dayikên Şemiyê ji ber xebata rê li Qada Galatasarayê tê kirin, vê hefteyê li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe li dar xistin. Parêzerên ji bo bîranîna Tahîr Elçî yê li Sûrê hatibû kuştin meş li dar xistin, Wekîlên HDP’ê Garo Paylan û Fîlîz Kerestecîoglû, hevjîna Elçî Turkan Elçî û gelek xizmên windayan û Dayikên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Kujer diyar in, winda li ku ne” vekirin û qurnefîlên sor û laçikên spî ku remza aştiyê ne, danîn ser pankart û wêneyên windayan.

Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 1980'an de hat windakirin Îkbal Eren diyar kir ku bi salan e ew li aqûbeta windayan pirs dikin û niha jî ji bo Elçî li Qada Galatasarayê ne û ew ê hesabê kuştina Elçî bipirsin.

Kurê Agît Akîpa yê di 12’ê Kanûna 1991'an de hat windakirin Fehmî Akîpa jî axivî û diyar kir ku 26 sal e li edaletê digerin û got: “Di vê pêvajoyê de Tahîr Elçî li gel me bû. Qasidê aştiyê Tahîr Elçî dema li edaletê digeriya ew qetil kirin. Em li edaletê digeriyan lê gorên me hatin hilweşandin. Em lêgerîna edaletê bidomînin. Em bi hêvî ne, wê edalet were.”

Piştî Akîpa, nameya malbata Îbrahîm Demîr ê ku di 11’ê Kanûna 1991’an de hat windakirin ku ji navçeya Hezexa Şirnexê şandin, hat xwendin. Di nameye de behsa pêvajoya doza Demîr hat kirin û wiha hat gotin: “Tahîr Elçî parêzerê doza bavê min bû. Hat qetilkirin. Em ê ji xweliya xwe biafirin û berxwedana xwe dewam bikin.”

Keça Suleyman Demîr, Denîz Demîr jî da zanîn ku 26 sal e li aqûbeta bavê xwe digere û got: “Qatilê bavê min dewlet e.”

Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak ve hat xwendin. Ocak wiha got: “26 sal e dosyeya bêceza, kujer hatine parastin û parêzerê wê hatiye qetilkirin li pêşberî raya giştî ye.  Dîroka tarî ji muwekîl dewrî wekîl kirin. Li ser navê mirovahî, edalet û wîjdanê ji bo em îtîraza xwe bilind bikin li Galatasarayê ne.”

Ocak destnîşan kir ku di ser kuştina Elçî de 2 sal derbas bûn û heta niha hêj kujer nehatine dîtin û hemû sozên hatin dayîn bi cih nehatine. Ocak anî ziman ku Elçî parêzerê Apîka û Demîr bû û parêzvanek mafê mirovan ku li pey aqûbeta windayan bû niha jî her hefte li aqûbeta wî tê pirsîn. Ocak bang li rayedarên dewlet û hikumetê kir û xwest kujerên hemû windayan û Elçî derbixin holê û bila bên darizandin.