Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn

Dayikên Şemiyê, li aqûbeta Erdogan Şakar pirsîn ê ku 29 berê ji aliyê polîsan ve hatibû windakirin.

Dayîkên Şemiyê di hefteya 907’emîn de daxuyaniyek onlîne dan. Di çalakiyê vê hefteyê de aqûbeta Erdogan Şakar ê di 13’ê tebaxa 1993’yan de li semta Okmeydaniya Stenbolê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina kargeha Perpa de hat destgîrkirin û carek din xeber jê nehat wergirtin, pirsîn. Jiyan Tosûn a ku keça Fehmî Tosûn e yê ku ew hatibû windakirin, serpêhatiya Şakar xwend.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BOZDAG DAN

Tosûn daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ku sê roj berê li Konferansa Sefîran a 13’emîn de kiribû û gotibû, “Yên ji bo edaletê diqîrin, dozên anîne rojevê hejmara wan pênc e, jê zêdetir tune ye” bi bîr xist û got: “Wezîrê Dadê kevneşopiya înkarê didomîne. Em li dijî wî carek din diqîrin, Li vî welatî li dijî mirovan sûc hatin kirin û hê jî ev sûc didomin. Li vî welatî kujer, faîl tên parastin û nayên darizandin û cezakirin. Sûcên hatine kirin bi demboriyê re rûbirû dimîne. Carek din lê nayê pirsîn. 907 hefte ne, em dosyayan bi raya giştî re parve dikin. Lê belê daraz nakeve tevgerê. Em dibêjin ‘tune’ çimkî li Tirkiyeyê edalet tune ye.”

SERPEHATIYA ŞAKAR

Tosûn bal kişand ser aqûbeta Erdogan Şakar û diyar kir ku dema ew tê windakirin 2 zarokên wî hene. Tosûn da zanîn ku polîsên ‘Şaxa Têkoşîna Dijterorê’ ya Stenbolê bi ser avahiya Navenda Kar a Perpayê ya li Okmeydani ve digirin û Erdogan Şakar li cafeyekê destgîr dikin û carek din xeber jê nayê girtin. Tosûn got di wê serdegirtina polîsan de 5 welatî jî tên qetilkirin.

Tosûn diyar kir ku piştî 18 salan bi axivîna Ayhan Çarkin ê ku li xwe mikûr hat û gotibû operasyona Perpayê aydê Daîreya Tîmên Taybet bû re derket holê ku Erdogan Şakar ji aliyê polîsan ve hatiye destgîrkirin û windakirin. Tosûn da zanîn ku polîsên ji doza kuştina welatiyên li Perpayê dihatin darizandin hatine beraetkirin û kujer bi destê darazê hatine rizgarkirin. Tosûn destnîşan kir ku têkildarî windakirina Şakar de lêpirsînek karîger nehatiye destpêkirin û 29 sal in sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û kujer bi zirxa bêcezahiştinê tên parastin.

 Tosûn anî ziman ku ew di hefteya 907’emîn de carek din daxwaz dikin ku aqûbeta Erdogan Şakar bê zelalkirin û ji bo faîl û berpirsiyar bên cezakirin lêpirsînek bandorker were destpêkirin, bûyer bê ronîkirin û edalet bi cih were.