Dayikên Şemiyê ji bo Zeynel Kürsep li hev civiyan

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Zeynel Kürsep pirsîn yê ku di 24’ê Adara 1994’an de li Êlihê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatibû revandin û piştre hatibû windakirin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 676’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Wekî her hefte dîsa dayik li qada Galatasarayê kom bûn û pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne? vekirin. Dayikan laçikên sipî yên remza aştiyê ye û qurnefil danîn ser pankartê û daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyêde Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu jî amade bû û tevlî çalakiya dayikan bû.

‘HÊJ GELEK ROJNAMEGER GIRTÎ NE'

Di çalakiya îro de aqûbeta Zeynel Kürsep hate pirsîn ê ku di 24'ê Adara 1994’an de li Êlihê hat binçavkirin û windakirin. Ewil birayê Kenan Bilgin, İrfan Bilgin axivî yê ku di 12'ê Îlona 1994'an de hat binçavkirin û windakirin. İrfan Bilgin got: "23 sal in em li Qada Galatasarayê edaletê dixwazin. Gelek rojnamegerên bûn dengê me jî hatin girtin. Duh rojnameger Murat Sabuncu û Ahmet Şık hatin berdan. Em hem kêfxweş bûn û hem jî xemgîn bûn. Ji ber ku hatin berdan em kêfxweş in. Lê ji ber ku hê jî bi sedan rojnameger girtî ne, em xemgîn in.”

'SÛCÊ WAN MUXALÎFIYA WAN E'

Bîlgîn, ani ziman ku sûcê mirovên 23 sal berê hatin windakirin muxalîfiya wan bû û wiha got: "Mixabin cihê ku edalet lê tune be, pirsgirêkên wisa derdikevin holê. Her çend hikûmet bersîvê nedin jî em baş zanin ku ev mirov ji ber muxalif bûn hatin windakirin. Ji ber Kurd bûn û ji ber şoreşger bûn hatin windakirin. Lê bila her kes baş zanibe em ê heta dawî hesabê vê yekê bipirsin."

'DEWLETÊ ERKA XWE YA SEREKE JI BÎR KIRIYE'

Birayê Cemil Kirbayirê hat binçavkirin û windakirin ê ku 676 hefte ne li qadê tev li çalakiyê dibe Mikail Kirbayir jî wiha got: "Em li vê qadê edaletê dixwazin. Dewletê erka xwe ya esasî ji bîr kiriye. Rayedarên dewletê ji bo erka xwe pêk bînin heta niha tu gav neavêtiye."

'DEWLETÊ ÇAVÊN XWE JI HÎZBÛLLAHÊ RE GIRT'

Keça Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li Sîweregê hat revandin û windakirin Serpil Taşkaya daxuyanî xwend û wiha got: "Bi sedan kes bi zorê hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Gelek kes ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin revandin. Di salên 90'an de gelek kes ji aliyê  personelên dewletê ve hatin revandin. Mirov ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hatin revandin û rastî êşkenceyê hatin. Gelek kes ji aliyê Hîzbûllahê ve di bin çavdêriya rayedarên dewletê de hatin binçavkirin û windakirin û ev ax kirin dojeh. Di salên 90'an de Êlih ji Hîzbûllahê re kirin baregeh. Gelek mirov ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin revandin û windakirin. Rayedarên dewletê lêgerîna vê yekê nekir. Yek ji kesên hatin revandin Zeynel Kürsep ê 24 sali bû. Li Êlihê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat revandin.”

Kürsep li Êlihê wekî karkerê inşaetê kar dikir. Kürsep di 24'ê Adara 1994'an de dema çû Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û ji nexweşxaneyê vegeriya li ser Kolana Diyarbekirê kesên bi çek ji maşîneyê daketin û ew li ser kolanê binçavkirin û birin. Têkildarî bûyerê F.T. yê li hemberî pereyan 11 meh şûnde serbest hat berdan diyar kir ku tevî Zeynel Kürsep bi hev re 8 mehan di heman jêrzemînê de man. Kesê hat berdan diyar kir ku dema ew hat berdan Zeynel Kürsep hê di jêrzemînê de dihat girtin. Şahid anî ziman ku dema ew û Zeynel Kürsep hatin binçavkirin birin qereqola Bahçelievlerê û ji wir jî birin Daîreya Sami Karadenizê 6 rojan li wir hatin girtin. Bav Îbrahim Kürsep serî li serdozger, midûrê polîsan, walî û Waliyê Rewşa Awarte  dan. Lê tu encam bi dest nexist.

'EM JI BO DUAYAN GOREKÊ DIXWAZIN'

Taşkaya, ani ziman ku wan heta niha tu agahî negirtine û ji bo duayan li ser zarokên xwe bixwînin gorek zarokên xwe dixwazin û wiha got: "Em ê heta dawî li edaletê bigerin û doza windayan bişopînin."

Piştre qurnefil danîn ser pankartê û xwestin winda bên dîtin.