Dayikên Şemiyê ji bo Sabahattîn Alî kom bûn

Dayikên Şemiyê ji bo Sabahattîn Alî kom bûn ku Alî piştî binçavkirinê hate windakirin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 993’yemîn li Qada Galatasarayê pêk anîn û Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Kerem Firtîna û Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Eren Keskîn û rêveberên Şaxa ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Sabahattîn Alî yê nivîskar û helbestvan hate pirsîn ku Alî di sibeha 31'ê Adara 1948'an de ji bo ku biçe derveyî welat ji mala xwe ya li Stenbolê derket û piştre bi tu awayî agahî jê nehat standin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Sebla Ercan a endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ve hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê ji Qada Galatasarayê re qurnefîl hatin danîn.