Dayikên Şemiyê ji bo Hefteya 700'î bang kirin

Dayikên Şemiyê ku aqûbeta xizmên xwe yên windakirî ji dewletê dipirsin, bang li her kesî kirin ku di hefteya 700'î de destekê bidin çalakiya wan.

Dayikên Şemiyê 700 hefte ne li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin û li kiryaran digerin. Dayikên Şemiyê bang li her kesî kir ku di hefteya 700'î li Meydana Galatasarayê li hev bicivin. Bi vê armancê hashtaga #BeniBulAnne li ser medya civakî hate vekirin.

Bi hezaran bikarhênerên medya civakî bersiv dan banga Dayikên Şemiyê.

Ji bo heftya 700'î, hunermend Ceylan Ertem çend roj berê tevî xizmên windayan strana Ahmet Kaya ya bi navê "Benî Bûl Anne - Min bibîne dayê" gotibû. Kaya ev stran ji bo Dayikên Şemiyê çêkiribû.