Hîn jî li bendê me!
Dayikên Şemiyê wê roja 25'ê Tebaxê ji bo cara 700'î li Meydana Galatasarayê li hev bicivin û bibêjin, "700 hefte di ser re derbas bûn, hîn jî li bendê me."
Dayikên Şemiyê wê roja 25'ê Tebaxê ji bo cara 700'î li Meydana Galatasarayê li hev bicivin û bibêjin, "700 hefte di ser re derbas bûn, hîn jî li bendê me."
Hinek li kurê xwe, hinek jî li keça xwe digere. Hinek li aqûbeta hevserê xwe, hinek jî li ya xwişk û birayê xwe dipirse. Dayikên Şemiyê ev 700 hefte ne dibêjin, "Hezkiriyên me yên hatin windakirin li ku ne?"
Dayikên Şemiyê wê roja 25'ê Tebaxê cara 700'î li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê li hev rûnên. Tenê dawazeke wan heye; hezkiriyên wan bê dîtin, windakirina bi darê zorê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin û sûcdar werin cezakirin.
Dayikên Şemiyê 23 sal in li Meydana Galatasarayê li hev dicivin û dibêjin, "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" Di nava 23 salan de 16 ji dayikên Şemiyê bêyî aqûbeta zarokên xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van jî dayika Cemîl Kirbayir Dayika Berfo bû ku yek ji sembola Dayikên Şemiyê bû.
940 KES BI ZORÊ HATIN WINDAKIRIN
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, dîroka çalakiya Dayikên Şemiyê ku sala 1995'an dest pê kir wiha ye: "Çalakiya destpêkê ya rûniştinê ku ji aliyê ÎHD û Dayikên Şemiyê ve dest pê kir, 27'ê Gulana 1995'an li ber Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê pêk hat. Vê çalakiyê li dijî her şêwe zehmetî û zexta polîsan 200 hefteyan dewam kir. Piştî 200 hefteyan ji bo 10 salan navbera hate dayin. Piştî ku lêpirsîn û doza li Ergenekonê dest pê kir, ji bo dîtin û hînbûna aqûbeta kesên hatine windakirin, ÎHD'ê 7'ê Sibata 2009'an ji nû ve dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di serî de li ber Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê, her roja Şemiyê li Amed, Şirnex, Riha, Colemêrg, Êlih û gelek bajarên din ên mirov lê haitn windakirin, çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin."
Li gorî ÎHD'ê hejmara mirovên li Tirkiyeyê bi darê zorê hatine revandin 940 kes in. Lê belê ÎHD'ê ragihand ku ew texmîn dikin, li 253 gorên komî 3 hezar û 248 kes hatine veşartin.
LI ARJANTÎNÊ HETA MEYDANA GALATASARAYÊ
Yên ku ji Dayikên Şemiyê re bûn mînak ku berî 23 salan dest bi vê çalakiya bêîteatiya sivîl bikin, dayikên Plaza de Mayo yên li Arjantînê bûn, ku sala 1977'an ji bo hînbûna aqûbeta zarokên xwe dest bi vê çalakiyê kiribûn. Sala 1977'an, dayikên bi navê Azucena Villaflor de Vincenti, Berta Braverman, Haydée García Buelas, María Adela Gard de Antokoletz, Julia Gard, María Mercedes Gard, Cándida Gard, Delicia González, Pepa Noia, Mirta Baravalle, Kety Neuhaus, Raquel Arcushin û Sra de Caimi li meydana Plaza de Mayo ya Bûenos Aîresê dest bi çalakiyê kirin.
Van jinan li ser destmala spî ya li serê xwe pêçandin, navê zarokên xwe yên winda nivîsandin. Hejmara çalakgeran di demeke kin de bû 300. Jinên Arjantînî jî di dema çalakiyê de bûn hedefa gelek zext û êrîşan. Yek ji pêşengên vê têkoşînê Azucena Villaflor de Vincenti û çend jinên pê re ji aliyê hêzên kontra yên hikumetê ve hatin revandin û windakirin. Têkoşîna li Arjantînê 41 sal in dewam dike.
BÊ NAVBERA DEWAM KIRIN
Dayikên Şemiyê ji roja ku dest bi çalakiya xwe kirin, li dijî gelek zordariyan li ber xwe dan. Ji ber êrîşên polîsan 13'ê Adara 1999'an navber dan çalakiya xwe. Piştî 10 salan, 31'ê Çileya 2009'an vê carê bi rengekî bê navber li hev civiyan. Helwesta desthilatdaran a li dijî wan qet neguherî. Tîrmeha 2010'an Serokwezîrê wê wextê Erdogan ji bo Dayikên Şemiyê got, "Ez nizanim bê çi karî dikin, Dayikên Şemiyê ji aliyê hin kesan ve tên bikaranîn." Erdogan di hefteya 306'an de bi Dayikên Şemiyê re rûnişt û got, ku ew şaş hatiye fêhmkirin. Lê belê hikumetê piştî vê hevdîtinê gaveke şênber neavêt.
TIRKIYE LI DMME'YÊ MEHKÛM BÛ
Hinek ji xizmên windayan ku hiqûqa Tirkiyeyê ji bo wan tiştek nekir û ji desthilatdariyên siyasî encamek bi dest nexistin, doza xwe birin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Li gorî agahiyên Navenda Bîra Edaletê ya Heqıqetê, di dozê de Tirkiye bi binpêkirina xalên cuda yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mehkûm bû.
Dayikên Şemiyê ku wê hefteya 700'î dîsa dakeve qadan dibêjin, "Hîn jî li bendê me". Dayik banga têkoşînê li her kesî dikin.