Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin yê ku 27 sal berê piştî hatibû destgîrkirin hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ku ji bo pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên windakirî û cezakirina faîlan didomînin, di hefteya 802’yemîn de li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê vê hefteyê çalakî li ser hesabê Dayikên Şemiyê yê medya civakî bi zindî hat lidarxistin. Dayikan, vê hefteyê ji bo nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku beriya 27 salan hat destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin daxwaza edaletê kirin û daxwaz kirin ku faîlên wî bên darizandin.

Di çalakiyê de dayik û bavê Tepe Zubeyde Tepe û Îshak Tepe û xwişka wî Ayşe Tepe, Ferhat Tepe xwestin ku kesên Tepe qetil kirin, bên darizandin. Bav Îshak Tepe, diyar kir ku kurê wî ji aliyê çeteyên ku dewlet piştgiriya wan kiriye û wan damezrandiye ve hatiye revandin û ev tişt got: “Rojek telefonek ji min re hat û kesê li ser telefonê milyarek pere ji min xwest û xwest ku partiya ku endamê wê bûm bigirim. Min jî jê re got ez dengê kurê xwe dixwazim. Lê telefonê neda kurê min û girt û got ku dê careke din negere. Me serî li hemû cihên eleqedar da, lê heta niha ne agahî hatiye lêkolînkirin ne jî agahî hatiye dayîn. Doz 20 sal berdewam kir lê dewletê serî li gotinên van kujeran neda.”

Dayik Zubeyde Tepe jî destnîşan kir ku kujerê kurê Korkmaz Tagma ye û ev tişt got: “Wî kurê me revand û da kuştin. Nivîskarê Rojnameya Zemanê bû. Hê jî dernexistine dadgehê û serî li gotinên wî nedane. Qada Galatasarayê cihê zarokên me ye. Em ê dev ji vir bernedin û têkoşîn me bidome.”

Xwişka wî Ayşe Tepe jî da zanîn ku derbarê dîtin û darizandina faîlên birayê wê de heta niha gavekî herî biçûk jî nehatiye avêtin ûn ev tişt got: “Di encamê de doza ket demboriyê bêdaletî li dîwar ket. Heta ku kujerê birayê min Tûggeneral Korkmaz Tagma neyê darizandin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û terka Qada Galatasarayê nekin.”

Piştî malbatê metna daxuyaniyê ku ji bo hefteyê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Lîjneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin. Tûrgut, destpêkê çîroka revandin, kuştin û pêvajoya hiqûqî ya ji bo faîlên Ferhat Tepe ya di metne de hatibû vegotin xwend û bang li rayedarên edlî û siyasî kir ku peywira xwe darizandina faîlên Tepe bi cih bînin.