Dayikên Şemiyê ji bo Babaoglû li hev civiyan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû li hev civiyan.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû li hev civiyan.
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 731’emîn de carek din xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir û nehiştin biçin qadê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe pêk anî. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefîl xistin destên xwe. Vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû hate pirsîn yê ku 12’ê Adara 1994’an hatibû destgîr kirin û piştre hatibû windakirin.
Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak xwend. Ocak got Qada Galatasarayê 32 hefte ye li wan hatiye qedexekirin û nikarin li qadê mafên jiyanê biparêzin. Ocak anî ziman ku bila bêcezabûna di dosyeya Nazim Babaoglû de bi dawî bibe û edalet pêk were. Ocak diyar kir ku rojnamegerên li ser vê axê rastiyê ragihandin û binpêkirina mafan eşkere kirin li ser fermana rêveberên dewletê hatin kuştin û Babaoglû jî bi boneya nûçeyên binpêkirina mafan çêkir hedef hat nîşandan.
‘DAXWAZA WÊ EW BÛ KU GORA KURÊ XWE BIBÎNE’
Ocak bi bîr xist ku li gel Nazim Babaoglû, rojnameger Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç jî hatin windakirin û kuştin û got: “Di wan salên ku agir dibariya û xwîn diherikî rojnamegeran terkî mirinê dikirin.” Ocak bi bîr xist ku beriya dayika Babaoglû, Makbûle Babaoglû jiyana xwe ji dest bide daxwaza wê ew bûye gora kurê xwe bibîne û bêyî ku gora kurê xwe bibîne di Tebaxa 2017’an de çû ser dilovaniya xwe.
Kurê Huseyîn Taşkaya yê di kanûna 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî behsa serpêhatiya bavê xwe kir û got: “Em, xizmên windayan hestiyên windayên xwe dixwazin.”
Piştre nameya malbata Babaoglu ya şandin çalakiya Dayikên Şemiyê hat xwendin û di nameye de behsa Nazim Babaoglû hat kirin. Di nameyê de hat gotin heke Nazim nehata qetilkirin îro niha 44 salî bû û wek roja ku hatiye revandin ciwan e.