Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê yên ku çalakiyên wan hatin astengkirin, destê wan ji paş ve hate kelepçekirin û hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê yên ku çalakiyên wan hatin astengkirin, destê wan ji paş ve hate kelepçekirin û hatin destgîrkirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên ba hev. Vê hefteyê jî çalakiya xwe ya 964’emîn li dar xistin. Tevî ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê 24 hefte ye tê astengkirin. Polîsên vê hefteyê jî bi hinceta “qedexeyê” destûr nedan çalakiyê, hemû kolanên navberê ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin.
Ji bilî Dayik/Mirovên Şemiyê Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Heval Bozdag û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê bûn.
Dayik/Mirovên Şemiyê bûn du kom û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Komek ji Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya. Dayik/Mirovên Şemiyê ku xwestin ber bi qadê ve bimeşin, li ber qadê hatin dorpêçkirin. Malbatên ku hatin dorpêçkirin bertek nîşanî biryara qedexeyê û dorpêçê dan. Yek ji malbata windakiriyan Masîde Ocak, biryara AYM’ê bi bîr xist û wiha got: “Ev qas hêsan e ku biryareke AYM’ê ji nedîtî ve were dîtin? Hûn karekî derveyî qanûnê dikin. Hûn çima evqas mirovan û dikandaran aciz dikin. Çi hewce ye ku hûn ev qas polîsan li vir kom bikin? Hûn ne tenê mafên me, mafên her kesî asteng dikin.”
Hanîfe Yildiz a ku kurê wê Mûrat Yildiz di sala 1995’an de di dema nezaretê de hate windakirin jî wiha got: “Min kurê xwe daye, kurê xwe dixwazim. Aqûbeta kurê min ji min re aşkere bikin. Hûn bi xwe qanûnan binpê dikin. Dema em mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn? Ez zarokê xwe dixwazim. Evqas zilm bes e!”
Kesên hatin dorpêçkirin qûrnefîlên di destên xwe de rakirin û rewş protesto kirin. Di vê navberê de balkêş bû ku polîsan qûrnefîlên di destên Dayikên Şemiyê de bûn wergirtin û avêtin erdê. Polîsan Dayik/Mirovên Şemiyê, Eren Keskîn û Umît Efe di nav de gelek kes destgîr kirin.