BI DÎMEN

Dayikên Şemiyê aqûbeta Dagli yê di binçavan de 'hate windakirin' pirsî

Dayikên Şemiyê vê heftê jî aqûbeta Alî Îhsan Daglî yê li gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê di bin çavan de hat windakirin, pirsî.

AQÛBETA DAGLI HATE PIRSÎN

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û faîl û kujerên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê kom bûn, vê heftê aqûbeta Alî Îhsan Daglî yê 33 salî ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.

Daxuyaniya vê heftê ji aliyê parêzvana mafên mirovan Sevîl Tûrgût ve hat xwendin. Tûrgût çîroka windakirina Daglî ya di dema binçavan de vegot û wiha got, "Alî Îhsan Daglî yê 33 salî bavê 3 zarokan bû û li gundê Eşme yê navçeya Farqîn a Amedê dijiya. 14'ê Nîsana 1995'an li gundê Eşme jî di nav de li pênc gundan operasyona leşkerî hate kirin. Di operasyonê de Alî Îhsan Daglî yê ji destê xwe birîndar bûbû tevî 7 kes hat binçavkirin."

Sevîl Tûrgût got, "Hat înkarkirin ku Alî Îhsan Daglî hatiye binçavkirin, hat gotin ku di dema operasyonê de reviya ye. (...) Rojnameya Evrenselê di 11'ê Cotmeha 1995'an de wêneyê Alî Îhsan Daglî di rûpela xwe ya pêş de bi manşeta 'Va ye Winda' bi awayekî çavgirtî û kincên bi xwîn weşand."

'WÊ TEQEZ HESAB BIDIN Û EM Ê BI SER BIKEVIN'

Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin û hat windakirin Îrfan Bîlgîn nerazîbûn nîşanî qedexeya kêfî ya li Qada Galatasarayê da û got, "Wêneyê mirovên di destên me de rûmt û serbilindiya me. Her wiha em baş dizanin bê kê li ku winda kirine. Ev hesab wê rojekê bê pirsîn. Heta ku fail dernekevin holê û dernexin pêşberî dadgeriyê em ê dest jê bernedin! Em ê hesab ji wan bipirsin û em ê di dawiya dawî de bi ser bikevin."