Dayikên Çarikspî li Meclîsê rûniştin

Dayikên girtiyên siyasî ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku bi Wezareta Dadê ya Tirk re rûnin li Meclîsê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

Dayikên çarikspî yên girtiyên siyasî bi daxwaza ku bi Wezareta Dadê re rûnin li Meclîsa Tirk çalakiya rûniştinê dane destpêkrin. Çalakiya rûniştinê piştî civîna komê ya heftane ya HDP'ê dest pê kir. Ji Amed, Wan û Mêrdînê dayik tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê dayikan Nezahat Teke got wan daxwaza hevdîtinê gihandine Wezaretê û li benda bersiva wan in.

Teke got, ''Heta ku tecrîda li Imraliyê neyê şikandin zarokên me wê greva birçîbûnê bernedin. 30 kes dest bi rojiya mirinê kirin. Her gav dibe ku xebera mirinê were. Beriya niha 8 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Em ê li bara mirina zarokên xwe bêdeng nemînin.''

Teke wiha domand: ''Em dayik in, em ji bo zarokên xwe li vir in. Heta ku daxwazên me werin qebûlkirin em ê ji vir neçin. Me daxwaza xwe ragihand. Heke Wezîrê Dadê soz bide ku em hev bibînin, em 3 kes em ê biçin hev bibînin. Heke qebûl nekin em ê li vir bisekinin. Encex em hatin vir. Êdî bes e. Keçeke min li dijî tecrîdê bedena xwe da ber êgir, ez naxwazim kurê min jî di greva birçîbûnê de ji dest min biçe. Ev heqê sirûştî yê min û dayikan e.''