Dayikê Şemiyê vê hefteyê ji bo rojnamegeran hatin cem hev

Dayikê Şemiyê vê hefteyê ji bo rojnamegeran hatin cem hev

Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta rojnaemgerê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe û rojanmegerên hatine wendakirin pirsî.

Dayikê Şemiyê ku di hefteya 436’an de li ber Lîseya Galatasarayê aqubeta rojnameger Ferhat Tepe ku di sala 1993’an de di bin çavan de hat wendkirin pirsî.

Ferhat Tepe li Çewlîkê dema pisgirêkên siyasî û  binpêkirin mafan dişopand di 28’ê tîrmeha 1993’an de  ji aliyê 3 kesan ve hat revandin. Piştî hat revandin, li bavê wî Îshat Tepe digerin û dibêjin divê serokatiya DEP’ê berde û fîdye xwestin. Bav Tepe da zanîn ku ev kes Tuggeneral Korkmaz Tagma bû.

Cenazayê Tepe 13 roj şûnde li Goristana Bêkesan a Elezîzê hat dîtin. Ligel ku Tepe bi îşkenceya giran hatibû kuştin jî, tu kes nehatin darizandin.

Parêzerê Tepe Şevket Epozdemî  ji bo dest ji dozê berde hat tehdîtkirin û dema ev red hat kuştin. Berçavkê Epozdemîr li nêzî herêma leşkerî hat dîtin. Cenaza wî jî li nêzî Norşînê hat dîtin.

Di çalakiya Dayikên Aştiyê de Bayram Balci axivî û got dema Tepe sûcên qirêj derdixist holê hat kuştin û hewldan serê bûyerê bigirin lê bi ser neketin. Ligel ku bihezaran hevalên me kuştin û girtin jî îro gelek rojnameger rastiyan dinivîse.

Edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê Sedat Yilmaz jî wiha got: “Dîroka kurdan her tim bi kuştin û komujiya derbas bû. Di 25 salan de ji neçarî 50 rojnameyên cuda hatin derxistin. Ji bo 50 rojnameyê 78 Ferhat hatin kutşin. Bedel çi dibe bila bibe em dê şopa wan bişopînin.

Dayika Murat Yildiz, Hanîfe Yildiz jî axivî û got ew bi destê dayika Berfo we silav dike û got dayika Berfo gihişt Cemîlê xwe û ew jî dixwaze bigihêje her sê kurê xwe.

Hanîfe Yildiz jî  berxwedêrên parqa Gezî silav kir.

Parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel jî wendakirina Ferhat Tepe û kesên din şerma Tirkiyeyê ye û got ji bo telafîkirina vê şermê divê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.

Piştre nameya dê û bavê Ferhat Tepe hat xwendin.