Dayikan gotin wê çalakiya xwe bidomînin

Çalakiya nobedê ya dayikên girtiyan a li Esenyûrt a Stenbolê ragihandin ku heta tecrîd hebe wê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiya nodeda dayikên girtiyan a ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li navçeya Esenyûrt a Stenbolê îro jî dom kir.

Malbatên ku li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê hatin ba hev, ber bi Qada Koyîçî ya ku wê nobedê lê bigirin ve ketin rê. Bi rûniştina dayikan a li qadê re polîs û wesayîtên zirxî dor li wan girtin.

Polîsan nasnameyên dayikan kom kirin û li ber Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin. Dayikên ku tevê vê jî çalakiya xwe domandin gotin heta tecrîd hebe û dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê neyên wê çalakiyên xwe her şev bidomînin.

Li aliyê din welatiya bi navê Rûken Seven a di çalakiya rûniştinê ya 14’ê Gulanê roja Pêncşemê hatibû destgîrkirin jî wê sibe derbixin pêşberî dozgeriyê.