BI DÎMEN

Dayika Pêjman Fatihî ji bo bîranîna çar zîndaniyên sêdarekirî şitil çandin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî jinên kedkar û têkoşer ji bo wan çar zîndaniyên ku di 29’ê berfanbara îsal de ji hêla dewleta Îranê ve hatibûn sêdarekirin, şitil çandin.

Jinên kedkar û xebatkar bi boneya 8’ê Adarê ji bo bîranîna Pêjman Fatihî, Muhsîn Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar ku di 29’ê berfanbara îsal de ji hêla dewleta Îranê ve hatin sêdarekirin, şitil çandin.

Dayika Pêjman Fatihî ji bo bîranîna kurê xwe û sê canfedayên din bi boneya 8’ê Adarê çar şitil çandin û got: “Ev çar canfeda nemirine û wekî van çar şitilan dê mezin bibin û ew ê di bîreweriya me de zindî bimînin.”